Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 23 NOV 2017 21:41 Erbil, GMT +3

Nûçeyen din




Wezîrê karê derve yê Brîtaniyayê nameyekê ji serokwezîrê Kurdistanê re dişîne

11/22/2017 10:48:01 PM

Wezîrê karûbarên derve yê Brîtaniyayê di nameyekê de ji bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê, xebatên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo kêmkirina alozîyên digel hikûmeta Îraqa Feral û destpêkirina danûstandinan ji bo çareserkirina nakokiyan bilind dinirxîne û piştevaniya welatê xwe jî ji bo destpêkirina diyaloga bi Bexdayê re nîşan dide


Nêçîrvan Barzanî: Helwestên aliyên siyasî û hikûmetê jihev nêzîk in

11/21/2017 10:52:45 PM

-Civînên me yên îro bi aliyên siyasî re ji bo nirxandina rewşa îro Herêma Kurdistanê tê de ye bû. Du dîtin ji bo rewşa Herêma Kurdistanê hene; Yekem: Hikûmeteke demkî bê avakirin, Duyem: Em lêbixebitin bi zûtirîn dem hilbijartin bên encam dan. Em dê digel hemû aliyên siyasî gotûbêjan bikin da bizanîn baştirîn rêya çareseriyê ji bo rewşa heye çiye û pişt re em weke hikûmeta herêma Kurdistanê biryarê li ser didin


Hikûmeta Kurdistanê digel sê aliyên kurdistanî civiya û tekîd li ser yekrêziya kurdan kir

11/21/2017 10:03:51 PM

Serowkezîr di civînê de got ku mana kabîneya hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya wê demê de ye yaku parlamentoya Kurdistanê jê re dirêj kirî û pêwîste hemû alî piştgiriya hikûmetê bikin daku bi awayekî serkeftî ji vê kirîza tê de ye derbas bibe û di paşerojeke nêzîk de hilbijartin bên kirin


Serokwezîr û cîgirê serokwezîr serdana Yekgirtuya îslamiya Kurdistanê dikin

11/21/2017 12:14:29 AM

Di civînê de pêşhatên dawiyê yên pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û xebatên ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan tên kirin, karûbarên hikûmetê, piştgiriya navdewletî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew peywendiyên diplomasiyên bi serokwezîr re hatîne kirin


Hikûmet civiya û ji bo vê qonaxê çend biryarên giring derxistin

11/20/2017 11:57:35 PM

Serokwezîr behsa naveroka peywendiya bi telefonê digel wezîrê derve yê Amerîkayê û ew nameyên ji aliyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî û berpirsa balaya siyaseta derve ya Yekêtiya Ewropayê gihiştinê kir û, herwesa, behsa dîdara xwe ya bi balyozê nû yê Brîtaniyayê re kir û got ku ew hemû aliyên navdewletî piştgiriya hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê dikin


Hikûmeta Kurdistanê bang li cîhanê kir navbeynkariyê bikin

11/20/2017 11:23:20 PM

Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku desthilatdarên hikûmeta Îraqê neçar bike ku, bê şert ew dûrpêça li dijî Herêma Kurdistanê ragehnadî hilweşîne, dinav de hilweşandina dûrpêça li ser her du balefirxanyên navdewletî yên Erbîl û Silêmaniyê. Em xebatên civaka navdewletî bi giring dizanin ku ji bona hilweşandina dûrpêça asîmaî û ew cezayên bikom yên hikûmeta Îraqê bi ser Herêma Kurdistanê de ferizkirine hilgirin


Balyozê Brîtaniyayê piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê nû dike

11/19/2017 7:08:19 PM

Willex, helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember bûyerên vê dawiyê û xwedûrxistin bji pevçûnên bi Îraqê re û parastina aramiyê û afirandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina danûstandinan bi hikûmeta federala Îraqê re bilind nirxand û berheviya welatê xwe jî ji bo hevkarî û hevhengiya ji bona destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir


Naveroka peywendiya telefonî ya wezîrê derve yê Amerîkayî û serokwezîrê Kurdistanê

11/19/2017 3:25:47 AM

Serokwezîr got ku pêwîste dûrpêça li ser balefirxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve  bê rakiri ji ber ku di warê însanî de gele pêwîstî bi balefirxaneyan heye daku alîkarî bigihînin zêzdetir ji milyonekûpêncsedhezar koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene


Barzanî û McGurk: Divê diyaloga cidî di navbera Hewlê û Bexdayê de dest pê bike

11/17/2017 2:08:05 AM

Serokwezîr behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê kir û hêvî xwest ew têkelî zêdetir be bi pêşve biçin û sipasiya hevkariyên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê kir. Barzanî got ku divê civaka navdewletî ji bona destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê atmosferek minasib biafirînin û Herêma Kurdistanê bi tu awayî terefdara bikaranîna hêzê nîne û ji bo diyalogê hertim amadeye


Yekêtiya Ewropayê nameyke piştgiriyê ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne

11/17/2017 1:47:54 AM

Berpirsa balaya Yekêtiya Ewropayê dibêje: Eger ew alî daxwazê ji me bikin, Yekêtiya Ewropayê digel hevkarên xwe yên navbdewletî bi her awayî amadeye hêsankarî ji bo destpêkirina diyalogê ku di berjewendiya hemû aliyan de be bike. Ji bo Yekêtiya Ewropayê ne bi tenê yekêtî û aramiya Îraqê, lê belê yekêtî û aramiya Herêma Kurdistanê û saziyê hikûmeta wê jê ji ewropayê giring in



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next