Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 18:09 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

NY: Rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsan diyalog e

TUE, 7 NOV 2017 12:36 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 07.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Yan Kobish şandiyê taybetiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê kir û di civînekê de her du aliyan tekîd li ser destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Rewş û pêşhateyên herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê di civînê de hatin nirxandin û her du aliyan tekîd kir ku pêwîste hemû alî alozî û bevçûnên li vê dawiyê li deverên nakokîdar dirust bûne, bi dawî bînin û li şûna wê diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan dest pê bike û rola civaka navdewletî ji bona amadekirina zemîneyê destpêkirina diyalogê bi pêwîstî hat zanîn.

Nêçîrvan Barzanî  careke din tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya diyalogê ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinên cidî bi Bexdayê re amadeye.