Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 07.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Marko Karnilos balyozê Îtaliyayê li Îraqê û Serîna Moronî konsula Îtaliyayê li Herêma Kurdistanê kir.
Karnîlos ku wezîfeya wî weke balyozê Îtaliyayê li Îaqê bi dawî tê û ji bo xatirxwastinê serdanan Hewlêrê kiriye, di civînê de sipasiya hevkarî û piştevaniya serokwezîr û karbidestên Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Îtaliyayê ber bi pêş biçin.
Nêçîrvan Barzanî, kar û xebatên balyozê Îtaliyayê ku di dema karkirina xwe de li Îraq û Herêma Kurdistanê ancam dane bilind nirxandin û hêvî xwest ku ew di karê xwe yê nû de serkeftî be.
Her du aliyan tekîd kir ku ew reşa niha dever têde derbas dibe rewşeke nenormale û pêwîste hemû alî ji bona nehêlana alozî û astengiyan bixebitin û hemû alî, ji bona çareserkirina pirsgirêkan, rêya diyalogê hilbijêrin û civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî aqarekê xweş ji bona destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê biafirînin.