Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 05:08 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezî bi serokatiya şandeyeke hikûmetê serdana devera erdhej lê qewimî dike

WED, 15 NOV 2017 00:18 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, roja 14.11.2017ê hevrê digel wezîrên navxwe, saxlemiyê, perwerdeyê, şarewanî û tûrîzm, çandinî û çavkaniyên avê û berpirsên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bona jinêzîk haydarbûn li ser rewşa lêqewmiyên erdheja şeva 12/13 vê mehê çêbûy û ew ziyanên bi wê deverê ketine, serdana Derbendîxan û bi taybetî serdana bendava Derbendîxanê kir.

Ji bona zêdetir zanîna ziyanên ber deverê ketine û rewşa hevwelatiyan, serokwezîr û cîgirê xwe digel şandeya bi wan re di du civînên cuda de; civîna yekem  digel waliyê Silêmaniyê, qaymeqamê Derbendîxanê û rêvebirên yekîneyên îdarî û civîan deyem jî digel waliyê Helebce, serperiştê îdareya Germiyanê û saziyên din yên îdarî civiyan.

Di wan civîna de biryar hat dan ku budceyeke taybet ji bo devera erdhej lê çêbûy bê dabînkirin û aliyên ziyan gihayê bên qerbûkirin û bi lezgînî çareseriya pirsgirêkên warê perwerdeyê, saxlemiyê, av û karebê bê kirin. Serokwezîr daxwaz ji berpirsên deverê kir ku bi zûtirîn dem destnşan bikin ka zirara çêbûy çende.

Piştî civînên bi berpirsên deverê re, serokwezîr di preskonferensekê de behsa armanca serdana xwe û şandeya pê re kir û got ku ew digel şandeyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê,  cîgirê serokwezî û hijmareke wezîran hatine devera erdhej lê qewimî da ku ji nêzîk haydarî rewşa xelkê deverê bibin û ziyanên gihanê helsengînin. Serokwezî  sersaxî li malbatên qurbaiyan kir û ji bo birîndaran jî selametê xwest.

Serokwezîr li ser navê hikûmetê sipasiya hemû saziyên hikûmetê li devera erdhej lê çêbûy kir ku, her di kêlîke çêbûna bûyerê de hemûyan bi her awayî ji bona xizmetkirina hevwelatiyan xebitîn û ya di îmkanên wan de bû texsîr nekir. Ew hemû cîyê şanaziyê ne; yekîneyên îdariyên Germiyan, Derbendîxan, Helebce û Silêmanî:

- Em dikarin bi du awayan hevkariya vê deverê bikin, Yekem; budceyekê danin ber destê yekîneyên îdarî yên vê deverê daku bi lezgînî ew pirsgirêkên acil hene çareser bikin, Duyem; me yekîneyên îdarî raspartine rewşe heye helsengînin û ziyanên ber welatiyan ketien destnîşan bikin û yaku ji me bê û di îmkanên me debe em dê xelkê ji ber erdhejê zirar gihayê qerebû bikin.

Nawenda erdhejê li aliyê Îranê bû, li bajarê Kirmaşan, Serpêlê, Zehaw û hin deverên  din û li wan deveran jî gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bû, serokwezîr li ser navê hikûmeta Kurdistanê sersaxî li malbatên qurbaniyên Kirmaşan, Serpêlê, Zehaw û deverên din kir û selametî ji bo birîndaran xwest:

- Weke hikûmet em hevbeşê xema wan in û hêvîdarîn ev karesata dawiyê be li Îran û herêma Kurdistanê.

Serokwezîr diyar kir ku li gor wan zaniyariyên ji berprisên deverê bi wan gihiştine ziyan gihaye bendava Derbendîxanê li metirsiya herifînê nine. Yekêtiya Ewropa tîmeke şareza û pispor dişîne û dê lêkolîn lê bikin û ew aliyên ziyan gihiştiyê çak bikin.