Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 09:21 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Yekêtiya Ewropayê nameyke piştgiriyê ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne

FRI, 17 NOV 2017 01:47 | KRG Cabinet

Fredrîka Magrinin berpirsa balaya siysaseta derve û asayîşa Yekêtiya Ewropayê bi rêya nûnera Yekêtiya Ewropayê li Îraqê nameyekê ji Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dişîne û di destpêka nameya xwe de, ji ber wê erdheja roja 12ê vê mehê li Herêma Kurdistanê qewimî, hevxemiya xwe bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re parve dike û ji malbatên qurbaniyên wê erdhejê re sersaxiyê dixwaze.

Nûnera Yekêtiya Ewropayê ji bo karûbarên Îraqê xatûn Klarîs Pastorî  di civînekê de ku roja 16.11.2017ê li bajarê Hewlêrê hat saz kirin, nameya Ferdrîka Magrini gihande destê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistaê.

Magrini di nameya xwe de sipasiya hevbeşî û serokatiya serok Mesûd Barzanî dike û li hember berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan bi hikûmeta Îraqê le bi rêya diyalog û li gor destûra Îraqê dilrehetiya xwe nîşan da û dibêje: Ji nêzîk û bi dilgiranî me li pêşhateyên meydanî nêriye û di nava çend heftiyên borî de jî me bi cidî lêxebitiye ku rêgiriyê li pêşiya bikaranîna şidetê, ji aliyê her terefekî be, bigirin. Me piştgiriya wan xebatan yên ji bona çareserkirina pirsgirêkan li deverên nakokîdar hatine kirin, kiriye. Yekêtiya Ewropa li ser çavdêrçkirina rewşê û hevkariyên mirovî berdewam dibe.

Berpirsa balaya Yekêtiya Ewropayê dibêje: Eger ew alî daxwazê ji me bikin, Yekêtiya Ewropayê digel hevkarên xwe yên navbdewletî bi her awayî amadene hêsankarî ji bo destpêkirina diyalogê ku di berjewendiya hemû aliyan de be, bike. Ji bo Yekêtiya Ewropayê ne bi tenê yekêtî û aramiya Îraqê, lê belê yekêtî û aramiya Herêma Kurdistanê û saziyê hikûmeta wê jî ji Ewropayê re giring in.