Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 01:38 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Balyozê Brîtaniyayê piştgiriya welatê xwe ji bo Kurdistanê nû dike

SUN, 19 NOV 2017 19:08 | KRG Cabinet

Balyozê nû yê Brîtaniyayê li Îraqê, ji bo qurbaniyên wê erdheja heftiya borî li Herêma Kurdistanê qewimî, li ser navê Şajina Brîtaniyayê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û berheviya welatê xwe jî ji bo pêşkeşkirina alîkariyan bi lêqewmiyên wê erdhejê nîşan da.

Balyozê Brîtaniyayê piştgiriya welatê xwe ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û ragehand ku Brîtaniya dixwaze têkeliyên bihêz yên di warê siyasî, êkonomî û asayîşê de digel hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Bi minasibeta destbikarbûna wî weke balyozê nû yê Brîtaniyayê li Îraqê, roja 19.11.2017ê li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi amadebûna cîgirê xwe Qubad Talebanî pêşwazî li Jon Willex balyozê nû yê Brîtaniyayê kir û willex got ku wî xwestiye di despêka destbikarbûna xwe de serdana herêma Kurdistanê bike û digel hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Willex, helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember bûyerên vê dawiyê û xwedûrxistin bji pevçûnên bi Îraqê re û parastina aramiyê û afirandina atmosferek minasib ji bo destpêkirina danûstandinan bi hikûmeta federala Îraqê re bilind nirxand û berheviya welatê xwe jî ji bo hevkarî û hevhengiya ji bona destpêkirina diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir. Wî got jî ku rêxistina DAÎŞ di warê leşkerî de şikestiye, lê fikir û hizira wê rêxistina her maye û ji bo berhingarbûna wê di vê zêdetir ji berê têkeliyên navbera Brîtaniya û Herêma Kurdistanê bên di hemû waran de pêşxistin.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Jon Willex ku, weke balyozê nû yê Brîtaniyayê li Bexdayê dest bi karê xwe dike, kir û ji kar û xebatên wî re derkeftin xwest û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan de ku piştevanî û hevkariyê pê re bike.

Barzanî careke din tekîd li ser helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze digel Bexdayê dest bi diyaloga cidî bikin û li ser bingeha destûra Îraqê hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi pêwîstî jî zanî ku, Brîtaniya û civaka navdewletî ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê piştevan û alîkar bin.