Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 14:56 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge li ser gotara Heyder Ebadî

SUN, 10 DEC 2017 01:40 | KRG Cabinet

Birêz Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê, roja şemiyê 09.12.2017ê, di merasimaekê de, bidawîhatina şerê dijî DAÎŞê li Îraqê ragehand, pîrozbahî li hemû hêzên çekdarên Îraqê kir û navê wan hêzan bi lêv kir, lê bi tu awayî navê pêşmerge neanî û tu îşaret jî bi rola û mêrxasiya pêşmerge di şerî dijî DAÎŞê de  nekir.

Mixabin, birêz Heyder Ebadî careke din nekarî weke serokwezîrê welat serederiyê bike û rola pêşmergeyê mêrxasê Kurdistanê pişt guh xist, di demekê de cîhan şahide ku yekemîn car Pêşmerge bû, berî wan hemû hêzên Ebadî navê wan anîn û pîrozbahî lê kirî, efsaneya DAÎŞê têkşikand û eger pêşmerge nebûya, qed dûr nebû niha jî nîva cigrafiyaya Îraqê li jêr destê DAÎŞê de nebûya.

Birêz Ebadî ku, vê carê jî nekarî riq û kina xwe li hember pêşmerge veşêre, em nizanin û qed tênagihin çawa wîjdana wî rehet dibe? Ew dê ji zarok û malbat û kesûkarên 1824 pêşmergeyên şehîd û zêdetir ji 10 hezar pêşmergeyên birîndar re çi bêje ku xwe bi serokwezîrê wan dizane û ji bona şikandina DAÎŞê  şehîd û birîndar bûn? Êdî ew dê bi çi rûyî  ji wan û ji gelê Kurdistanê çaverê bike heza wan ji bo Îraqê hebe, di demekê de ku ev serederiya serokwezîrê wan be?

Statu, hûrmet û xweşewîstiya pêşmerge û malbatên wan yên serbilind li nav gelê Kurdistanê û li cîhanê gelek ji wê mezintir e ku rojek ji rojan pêwîstî bi pîrozbahîya Ebadî û hemû wan yên bi wî awayî hizir dikin û serederiyê dikin, hebe. Ne çavê pêşmerge lê ye û ne pêwîstî bi wê pîrozbahî û tatîlê heye ku bi vê minasibetê hatiye ragehandin, lê bi mixabinî ve, rojane em hemû dibînin li şûna pêkanîna aqarek xweş ji bo destpêkirina diyalogê û çareserkirina pirsgirêkan, cenabê serokwezîr bervajî tevdigere!

 

Wezareta Karûbarên Pêşmerge
09.12.201