Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 16:28 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Hewlêrê serokwezîr û balyozê Almaniyayê civiyan

TUE, 12 DEC 2017 00:17 | KRG Cabinet

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û balyozê Almanyayê li Îraqê di civînekê de pêşhateyên herêmî û kêmbûna aloziyên navbera pêşmerge û hêzên îraqî nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Sîrîl Nan balyozê Almanyayê li Îraqê û şandeya dplomasiya pê re kir.

Her du aliyan behsa pêşhateyên herêmî û kêmbûna aloziyên navbera pêşmerge û hêzên îraqî kir û di vê çarçoveyê de, balyozê Almanyayê tekîd li ser destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya Îraqê de kir û piştevniya welatê xwe jî ji bo wê diyalogê nîşan da.

Balyozê Alamnyayê sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li hember wî barê giranê li ser mile wan li ber xwe didin, bi taybetî piştî hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê bo Herêma Kurdistanê û tekîd kir ku Almanya bi rêya rêxistinên nehikûmî û bi hevahengî digel saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevkarîkirina penaberan berdewam dibe.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya rola hikûmet, gel û rêxistinên nehikûmiyên almanyayî kir ku hevkariya koçber û penaberên destê terorê li herêma Kurdistanê roleke ber bi çav lîstiye û hêvî xwesr ew alîkarî berdewam bin.

Serokwezîr hêvî xwest ku Almanya di destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina tev pirsgirêkan û Bexda li gor destûra Îraqê serederiyê digel Herêma Kurdistanê bike, rola xwe bigêre.

Barzanî careke din got ku divê hokarên serhildana DAÎŞê ji aliyê hikûmeta Îraq Federal ve bên binbirkirin daku careke rêxistinên şidetxwaz serî hilnedin.