Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 16:47 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî: Divê zengînîya çavkaniyên mirovî li herêma Kurdistanê baştir bê bikar anîn

TUE, 12 DEC 2017 20:11 | KRG Cabinet

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 12.12.2017ê li bajarê Hewlêrê, di merasimekê de avahiya nû ya Instituta Kurdistanê ji bo kargêriya giştî hat vekirin.

Di merasimê de ku, hijmareke mêvanên biyanî û navxweyî amadebûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de sipasiya Koreya Başûr û ajansa Koyka ku ev pirojeye encam daye, kir û got:

- Sipasiyeke taybet pêşkeşî bi dost û hevkarên me li Koreya Başûr û ajansa Koyka, ofîsa wan ya li Bexdayê û ya li herêma Kurdistanê, dikim ku di serkeftina vê pirojeyê de roleke sereke hebû. Koreya Başûr bi berdewamî îspat kiriye ku dosta gelê Kurdistanê ye û di nava salên borî de hertim destê dostîniyê ji Herêma Kurdistanê re dirêj kiriye.
Ji bo wê dostînî û piştevaniya ji bo Herêma Kurdistanê heye, sipasiya wan dikim û destxweşiyê lê dikim. Min divê di vê minasibetê de ku ev pirojeye ji aliyê Koreya Başûr li herêma Kurdistanê hatiye bicî kirin, wê hemû hevkariya Tîpa Zeytûn ya leşkerî ya Koreya Başûr li herêma Kurdistanê bi bîra xwe bînîn û bi taybetî ew pirojeyên li Hewlêrê encam dane. Piştî derbasbûna çend salan careke din bi navê gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê silava ji bo yek bi yek wan serbazan dinêrîn ku di wê demê de hatine Herêma Kurdistanê ku, hijmara wan nêzîkî çar hezar sernaz bûn  û wê dema li Hewlêrê bûn hijmareke pirojeyan encam dan.

Serokwezîr di peyva  xwe de behsa giringiya pêşxistina çavkaniyên mirovî ji bo  guhertin û pêşkeftina kir û got:

- Di cîhana îro de geşepêdana çavkaniyên mirovî ji bo guhertin û pêşkeftinê di hemû war û sektorên sereke de giringin, bi taybetî di warên hukimdarî û kargêrî de, çunkî guhertin û pêşkeftinên esasî çavkaniyên xwe ji wir werdigirin û di dawiyê de derencamên wê di berbipêşveçûna tevaya sektorên bingehîn yên weke kargerî, aborî, civakî û kulturî diyar dibin…. Yak ji stûnên sereke ji bo dirustkirina çavkaniyên mirovî yên bihêz, rahînan e ku, armanc jê bihêzkirina îmkanên karmendan e di warên zaniyarî û zanistî de heta ku bigehe asteke jêhatî li gor pîvan û standardên cîhanî.

Barzanî got ku zanyarî roj bi roj di nav guhertin û pêşkeftinan de ne, ji ber hindê heta hikûmet û saziyên wê bikaribin digel pêla hukimdariya baş û modern de bin, pêwîste di çarçoveya stratejiya geşepêdana mirovî di welêt de, rahînanê ji xwe re bikin stratejî û hemû pêdawîstiyêm madî û manawî û hunerî jê re berdest bikin û hemû alî bibicîkirina yasa û rênîşaderên taybet bi rahînanê pabend bikin bi armanca hizir, şiyan û hunera kargêriyê li ser bingeha serdemane pêşbixin:

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî sermayeyekî zengîn yê mirovî ye. Di warê pisporî û taybetmedîyên di warên cuda de zengîn e û eqlê jîr heye. Eger ew zengînî bi awayekî zanistî û li gor standardên cîhanê bên amadekirin û arastekirin, di hemû waran de mifayekî mezin ji bo aktîvtir û çalaktirkirina karmendan, kadiroyan, fermange û saziyên hikumî, hemû warên kargêriyê û baştir pêşkeşkirina  xizmetgozariyan dibe.

Serokwezîr behsa giringiya hebûna Instituta Kurdistanê ji bo kargêriya giştî kir û got ku, hêvî heye ku, destbikarbûna wê di vê avahiya nû de ew bibe destpêkek nû ya berhemdar di warê kargêrî de û ji bona amadekirin û arastekirina şiyanên mirovî, bikaribe baştir hevkariya bicîkirina pilanên hikûmetê bike daku hikûmet jî bikaribe wê zengîniya xwe ya mirovî baştir bikar bîne.
Instituta Kurdistanê ji bo kargêriya giştî ku, digel pêkanîna kabîneya heftem ya hikûmeta Herêma Kurdistanê destbikar kiriye û saziyeke hikûmetê ser bi wezareta pilandananê bû, destpêkê weke rêxistineke nehikûmî sala 2005ê destûra karkirinê wergirt û di sewiyên cuda de kursên rahînan, workshop û seminar di warên cuda de weke IT, kargêrî û darayî ji bo karmendên hikûmetê vekirine.

Ji destpêka karkirina xwe heta niha bi hezaran kaemendên hikûmetê di post û pileyên cuda de di kurs û workshopan de beşdarî pê kiriye û bi zaniyariyên nû, pêşkeftî û kargêrî perwerdekirine.