Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 23:22 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Encumena Wezîran pêşwaziyê ji diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dike

THU, 28 DEC 2017 19:42 | KRG Cabinet

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Roja Pêçncşem 2017-12-28 bi serokariya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji bo cara dawîn li sal 2017 civiya.

Encumena Wezîran li despêkê, sala nû ji gelê Kurdistanê, Îraq û cîhanê pîroz kir û hêviya saleka bi bext û aştî ji wan re xwest.

Di civînê de dawîn pêşhatên rewşa navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federala Îraqê hate gengeşe kirin û bal kişandine ser civînên  komîte yên teknîkî navbera her du aliyan ku Bexdayê ji bo pirsa balafirgehan û derî yên sinûr daxwaza pêkanîna komîte yên teknîkî kiribû. Her wiha daxwaza lîstên mûçe yên wezatetên perwerde û tendrustî jî kiriye.

Wezîrên navxwe, perwerde, tendrustî, veguhastin û abûrî raportên xwe derbarê karê wan komîteyan xistine ber çav.

Encumena Wezîran pêşwazî ji daxwaz û niyeta Bexdayê ji bo pêdana mûçe yên karmendên Herêma kurdistanê kir ku ji bo vê yekê daxwaza lîsta karmendên wezretên perwerde û tendrustiyê kiriye.

Encumena Wezîran diyalog û civînên navbera her du aliyan ji bo çareser kirna pirsgirêkan li gor Destûrê Îraqê bi baş daye zanîn.

Her wiha berhev bûna hikûmetê ji bo pêdana zanyarî yên derbarê lîsta karmendên Herêma Kurdistanê li gor sîstema Biometry bi Bexdayê nîşan da. Bo vê yekê jî amaje bi nameye Serokwezîrê Herêma Kurdistanî ji  bo Hikûmeta Îraqê kir.

Encumena Wezîran pêdagrî li ser vî yekê kir ku dabîn kirina mûçe yên karmendan li karê pêşîn yê hikûmetê li sala 2018 dibe û berhev bûna xwe  ji bo her hewl û gavekê ji bo vê pirsê li gor destûrê Îraqê nîşan da.

Derbarê daxuyanî ya Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê ku ragihandbû dahat petrola Herêma Kurdistanê para karmendên wê dike xuya kir Komîte ya Petrol û Gaz û Wezreta Darayî û Abûrî ji bo diyar kirina hijmar û amarên dirust derbarê vê pirsê hatin siparin, bo vê yekê Serokwezîrê Îraqê û raya giştî ji vê rastiyê xatircem bibin ku  hemû dahata petrola Herêma Kurdistanê ji bo pêdana mûçe yên karmendan dihê xerckirin.

Encumena Wezîran li gor yasa ya firotin û kirê dana mulk û malên dewletê proje biryarek derbarê firotina hemû otombêlên bi kar hatî yên  hikûmetê ji bilî otombêlên xizmetkariyê der kir.

Bi vê biryarê dahatek ji hikûmetê misoger dibe û xeric yên otombêlan li ser hikûmetê kêm dibe û pêşiya vê yekê jî digire ku otombêlên hikûmetê ji bo  karên taybetî bi kar bihên.

Encumena Wezîran li dawîn civîna sala 2017 piroje ya yasaya parastina sazî û torên av û averû pejirand ku ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştyariyê hatibû berhevkirin.