Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 20:02 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Tirkiye dikare roleka erênî ji bo çareser kirina pirsgirêkên navebra Hewlêr û Bexdayê bilîze

THU, 4 JAN 2018 15:32 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roj pêncşem 2018/1/4 pêşwazî ji Hakan Karaçay Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê û şandeka pê re kir.

Konsulê Tirkiyê bi xuya kirina kêfxweşiya xwe li hember vê serdanê, behsa kar û xebatên Konsulxanya Tirkiyê li Hewlêrê kir û bal kişande ser berfireh kirina tikilî yên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê

Her wiha berhev bûna welatê xwe ji bo hewldan alîkarî kirin ji bo çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nişan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî pîrozbahî kirin ji Konsulê nû yê Tirkiyê, hiviya serketinê jê re xwest.

Her wiha got Herêma Kurdistanê tekilî yên bi Tirrkyê re giring dizane, ku Tirkiye di rojên tengane de berî raperîna sala 1991 û piştî vê jî herdem alîkarî û piştîvaniya Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokwezîr derbarê rewşa niha û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî got Tirkiyê wek cîranekê giringê Herêma Kurdistanê dikare roleka erênî ji bo çareser kirina pirsgirêkên navebra Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal bilîze.

Her du aliyan li dawiya vê hevdîtinê behsa rewşa deverê kirin.