Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 01:49 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî tevî Raşid Xenûşî civiya

THU, 25 JAN 2018 09:38 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşem 2018/1/24 li Davosê tevî Raşid Xenûşî Serokê Partiya Nezheya Tunisê civiya.

Di civîna bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr behsa dawîn rewşa Îraqê, deverê, tîkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal û her wiha hewlên çareser kirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kir.

Her du aliyan pêdagirî li ser berfireh kirina têkiliyên Tunisê tevî Herêma Kurdistanê û Îraqê kirin, bi taybetî li warê abûrî û bazirganî û bo vê yekî jî pêdagirî li ser pêwîstiya vekirina konsulxaneya Tunisê li Hewlêrê kirin.

Li dawiyê jî bal kişandine ser rewşa rojhilata navîn û diyaloq bi baştirîn rê ji bo çareser kirina pirsgirêkên vê deverê dane zanîn.