Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 25.01.2018ê li bajarê Davosê li Swîsreyê, digel Isabella Lövin Cîgira Serokwezîrê Swêdê civiya û têkeliyên Kurdistan û Swêdê nirxandin û ji bona wê hevkarî û piştevaniya bi Herêma Kurdistanê re dikin, serowkezîr sipasiya gel û hikûmeta Swêdê kir û hêvî xwest ew piştevanî berdewam be û zêdetir berfireh bibe.
Nêçîrvan Barzanî ji Cîgira Serokwezîrê Swêdê re behsa pêşhatên dawiyê di navbera Hewlê û Bexdayê, encamên serdana dawiyê bo Bexdayê kir û tekîd li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û li gor destûra Îraqê kir. Li dor şikandina DAÎŞê û qonaxa piştî wê, Barzanî got ku jinavbirina DAÎŞê bi tenê ji aliyê leşkerî ve çareser nîne û pirsgirêkan pêwîstî bi çareseriya siyasî heye.
Serowkezîr behsa rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir ku bandoreke mezin kiriye ser têkçûna rewşa êkonomî û warên din li Herêma Kurdistanê.
Isabella Lövin silavên serokwezîrê Swêdê gihandin Nêçîrvan Barzanî û tekîd kir ku welatê wê digel Herêma Kurdistanê hevfikire ku divê pirsgirêkên digel Bexdayê bi diyalog û li gor destûra Îraqê çareser bibin û got ku, Swêd piştevaniya mafên destûriyên Herêma Kurdistanê dike.
Lövin behsa hewilên Swêdê li Neteweyên Yekgirtî û Yekêtiya Ewropayê ji bo serxistina diyalog å biaşitî çareserkirina arîşeyên navbera Hewlê û Bexdayê û Swêd li ser meşîq û rahînana pêşmerge û hevkariyên mirovî/ însanî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe.
Beşdariya Herêma Kurdistanê di konferensa avadankirina Îraqê ku biryare li Kuwêtê bê sazkirin, û bilindkirina asta nûneratiya Swêdê li Herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.
Di civînê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn.