Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 18:03 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Amerîka: Pêwîst e Herêma Kurdistanê ji piroje yên konferensa avedankirina Îraqê sudmend be

MON, 29 JAN 2018 23:07 | KRG Cabinet

Şandeyeke Wezarerta Derve ya Amerîkayê roja 29.01.2018  bi serokatiya John Sullivan Cîgirê Wezîrê Derve û bi endametiya Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê, Andrew Pek Cîgirê alîkarê Wezîrê Derve ji bo karûbarên Rojhilata Navîn, Erik Mayer Cîgirê alîkarê Wezîrê Xizîneya Amerîkayê serdana bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serowkezîrê Herêma Kurdistanê  pêşwazî jê re hate kirin.

Di civînekê de ku, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr amade bû, Sullivan kêfxweşiya xwe bi serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku piştevaniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Tekîd li ser giringiya têkeliyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Sullivan ragehand ku Amerîka dixwaze pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûra Îraqê û bi rêya diyalogek cidî bên çareser kirin. Li dor konferensa avadankirina Îraqê ku biryar e li Kuwêtê bê saz kirin, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku di wê konferensê de pirojeyên pêwîst ji aliyê welatên Komelbexiş ve ji bo avadankirina Îraqê bên dabîn kirin û bi pêwîstî zanî Herêma Kurdistanê ji wan pirojeyan sumend be.

Herwiha hêvî xwest ku tenahiya abûrî, siyasî û emnî li deverê bi cî bibe û Herêma Kurdistanê jî careka din wek berê bibe xwedîyê  abûriyeka agiring 

Nêçîrvan Barzanî  bi sipasiya serdanan şandeya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo Hewlêrê, amaje bi hewil û xebatên Amerîkayê û welatên Hevpeyman ji bo xweşkirina aqarê destpêkirina danûastandin û diyaloga cidî navbera Hewlêr û Bexdayê kir.  Pabendbûna Herêma Kurdistanê jî bi çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê  nîşan da.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa siyasî û abûriya Herêma Kurdistanê û  arîşe yên êkonomî ku rastî Herêma Kurdistanê hatine kir û got gelek girin e şandeya Herêma Kurdistanê jî di konferensa avadankirina Îraqê de beşdariyê bike daku bikaribe ji pirojeyan sudmend be û pêdawîstiyên Herêma Kurdisdtanê li warê avadankirinê dabîn bike.

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê dê bên encam dan û ew piştgiriya prosesa demokarasiyê li Îraqê dikin.