Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 02:58 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokatiya Hikûmet û Parlemantoya Kurdistanê pirsa hilbijartinan gotûbêj dikin

WED, 7 FEB 2018 23:44 | KRG Cabinet

Ji bo gotûbêjkirin pirsa hilbijartina li Herêma Kurdistanê, roja 07.02.2018 li avahiya Parlamentoya Kurdistanê civînek berfireh hat lidarxistin ku tê de; Nêçîrvan Barzanî Serokwezî, Qubad Talebabnî Cîgirê Serowkeîr û şandeya bi wan re, Cafer Îbrahîm Cîgirê serokê parlamentoyê û Bêgerd Talebanî sekretera parlamentoyê, serokên firaksyonên partiyên nava parlamentoyê, seroka komisyona karûbarên yasayî û serokê komisyona karûbarên Parlamentoyê, serok û endamên komisyona balaa hilnbijartinan û rapirsiyê amade bûn.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê diyar ku civîn li ser daxwaza Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bûye jibo qotûbêjkirina pirsa hilbijartinên bên, dabînkirina pêdawîstiyên hilbijartina û lihevkirin li ser destnîşankirina roja encamdana hilbijartinan li Herêma Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî bi her awayî piştevaniya xwe ji bo dabînkirina tevaya pêdawîstiyên encamdana hilbijartina nîşan da û got ku encamdana hilbijartina ji bilî parastina tecrûbeya demokrasiya Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsên siyasiyên navxweyî jî derîyek e û got ku, hilbijartin pirseke giring ya siyasî û niştimanî ye û li derveyî welêt jî giringî pê dihête dan.  Serokwezîr hêvî xwest ku ev civîn bibe destpêkek baş ji bo destnîşankirina roja encamdana hilbijartinên bên ku, ev jî bi dirustbûna lihevtêgihiştineke hevbeş di navbera aliyên siyasî de dibe.

Di civînê de, Komisyona hilbijartin û rapirsiyê, behsa pirsgirêk, pêdawîstî, kar, çalakî û amadekariyan ji bo hilbijartina kir û hemû alî dilrehet kirin ku, ji bona reorganîzekirina qeyda navê dengderan gavên baş hatine avêtin û ew dê li ser baqijkirina qeda navê dengderan berdewam  bin heta ji bo hilbijartinên bên qeydeke bê arîşe hebe.

Biryar hat dan ku piştî vê civînê, digel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bişêwirin daku bigihin lihevtêgihiştineke hevbeş li ser diyarkirina roja encamdana hilbijartina di çarçoveya yasayî de. Piştî ew lihevtêgihiştin di navbera aliyên siyasî de dirust dibe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li gor desthilatên pê hatine dan, roja encamdana hilbijartina rabigehîne bi awayekî ku ji 60 rojan ji dema yasayî kêmtir nebe daku Komisyona hilbijartin û rapirsiyê bikaribe berheviyan ji bo hilbijartinan bike.

Piştî divînê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa naveroka civînê kir û bersiva hin pirsên rojnamevanan jî da.

Serowkezîr got: Îro civîna parlemento, hikûmet û komisyonê bû û tê de behsa diyarkirina roja encamdana hilbijartina hat kirin. Di civînê de roja encamdana hilbijartina neha destnîşan kirin, ji ber ku vê pirsê pêwîstî bi şêwirînê bi aliyên siyasî  re ji bona diyarkirina roja encamdan hilbiajrtina li Herêma Kurdistanê heye. Komisyonê rapora xwe û ew gavên heta niha di vî warî de avêtine pêşkeş kir. Parlamentoyê  behsa pirsên yasayî kir û hikûmetê jî behsa wan amadekariyên ji bo vê pirsê pêwîstin kir û biyar hat dan digel aliyên siyasî biaxivin û pişt re roja encamdna hilbijartina bê destnîşankirin.

Di bersiva pirsekê de ka gelo çi rêgirî li pêşiya encamdana hilbiajrtina hene, Serokwezîr got: Ya ku min têbînî kirî rêgirî û pirsgirêk nînin, lê hindek pirsên teknîkî hene pêwîstiya wan bi çareseriyê heye û tu arîşeyên din nînin.

Di bersiva wan got-gotikan de ku miaşê karmendên her du wezaretên saxlemiyê û perwerdeyê ji aliyê Bexdayê be hatiye hinartin, Nêçîrvan Barzanî got: Tu pere nehatiye, Bankaya Nawendî ya Îraqê liqeke wê li Hewlêrê heye û ew pere ketiye ser hisaba wê bankayê, ango ew pere pereyê bankaya nawendiya Îraqê ye û heta niha tu pere ji Bxdayê ji bo miaşê karmendên herêma Kurdistanê nehatiye.