Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 14:04 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî digel şandeka Wezareta Derve ya Almanyayê dicive

FRI, 16 FEB 2018 22:45 | KRG Cabinet

Di çarçoveya beşdarîkirin di konferensa Munchen li Almanyayê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 16.02.2018, digel şandeyeke Wezareta Derve ya Almanyayê a bi serokatiya Walter Lender  sekreterê dewletê li wezareta derva ku, niha karêbarên wezîrê derve yê Almanyayê birêve dibe, civiyan û çend pirs û mijarên aktuel di rojeva herêmî, Îraq û Kurdistanê de nirxandin.

Di civînê de, Linder kêfxweşiya xwe bi dîdra bi Serowkezîrê Herêma Kurdistanê re nîşan de û got ku ew rewşa herêmî bi giştî û rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî, têkeliyên navbera Bexda û Hewlêrê û hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê dişopîn in û kar û xebatên komîteyên hevbeşên navbera Hewlêr û Bexdayê, yên ji bo çareserkirina pir sgirêkan hatîne pêkanîn, bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên berdewam yên Almanyayê, yên di ware mirovî û leşkerî de, ji bo Herêma Kurdistanê kir û careke din tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze hemû pirsgirêkan bi hikûmeta Îraqa Federal re  çareser bike û hêvî xwest ku diyaloga cidîtir û berfirehtir li ser bingeha destûra Îraqê di navbera her du aliyan de dest pê bike û bigihin encamekê baş, û di çarçoveyê de, rola civaka navdewletî bi pêwîst zanî. Serowkezîrê Kurdistanê diyar kir ku Herêma Kurdistanê dê beşdariyê di hilbijartinên Îraqê de bike.

Qnaxa piştî DAÎŞê, pirsa koçber û penaberên destê terorê ku li Herêma Kurdistanê hatine hewandin, dabînkirina emniyet û xizmetgozariyê ji hevwelatiyan re û avadankirina wan deverên ji ber şer hatine wêran kirin çend mijarên din yên civînê bûn.