Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja înê 2018/2/16 li bajarê Munchen tevî şandeka komîteya têkiliyên derve yên Parlemantoya Almanyayê bi serokatiya Rodrice Gisotte civiya.
Şandeya Parlemantoya Almayayê bal kişande ser têkilî yên bi Herêma Kurdistanê, partiyên siyasî, meşq û fêr kirina serbaziya Pêşmerge ji aliyê Almanyayê .
Herwiha pirsyar derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Îraqê û Herêma Kurdistanê û têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Barzanî bi spas kirna piştîvanî û alîkariyên mirovî, leşkerî û siyasî yên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê, kûrtiyek derbarê rewşa Herêma Kurdistanê, têkilî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û helwesta Herêma Kurdistanê ji bo çareser kirina pirsgirêkên tevî Bexdayê pêşkêş kir û amje bi rewşa koçberan û venegeryana hijmareka zêdeya wan ji bo cihên xwe ji ber nebûna tenahî û aramiyê kir.
Li dawiyê jî behsa rewşa deverê û pêşhatên wê û giringiya piştîvaniya nav netewî ji bo piroseya diyalogê navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha dostîniya navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê kirin.