Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 02:52 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û Ebadî diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li Munchen gotûbêj dikin

SUN, 18 FEB 2018 02:28 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Heyder Ebadî Serowkezîrê Îraqa Federal li Munchen li Almanyayê, di çarçoveya konferensa Asayîşê de roja 17.02.2018ê, civiyan û civîn di atmosferekê erênî de derbas bû û her du aliyan behsa konferensa jinûveavadankirina Îraqê ku berî heyamekî li Kwêtê hatibû saz kirin û beşdariya şandeya Herêma Kurdistanê di wê konferensê de û encamên konferensê kir û ew kionferens bi derveteke baş ji bona avadankirina Îraqê wesif kir.

Ebadî diyar kir ku ew bidestpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê kêxweş e û hêvî xwest ku li ser pirsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê, balefirxaneyan, deriyên ser tixûban, bendavan û pirsên din bigihin encamên baş.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê bi diyaloga avaker û bawerpêkirî û bicîkirina destûr ji bo berjewendiyan hemû aliyan, pabend e.

Her du aliyan behsa wê yekê kir ku divê pirsgirêk di demek kurt de  bi awayekî çareser bibin ku di berjewendiya hevwelatiyan û vegerandina aramiyê de be û bikaribin di çarçoveya pirosesa diyalogê de û li ser bingeha pabendbûn bi destûrê, baweriyê ava bikin û ber bi pêş ve gavan pavêjin. Her du alî li ser danana mekanîzma bicîkirin û destnîşankirina aliyên peywendîdar kok bûn ku bikaribin di demek nêzîk de bicivin û pirsgirêkan çareser bikin.

Di civînê de, ji aliyê Herêma kurdistanê ve; Mesrûr Barzanî şîretmendê civata ewlekariya Herêma Kurdistanê, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, Felak Mistefa berprisê têkeliyên derve û Dilşad Barzanî nûnerê hikûmeta Herêma Kurditanê li Almanyayê û ji aliyê Îraqê jî ve; Felah Feyaz şîretmendê asayîşa niştimaniya Îraqê, Mistefa Alkazimî serokê saziya hewlgirî/îstîxbarata Îraqê, Newfel Hesen şîretmendê serokwezîrê Îraq û balyozê Îraqê yê Almanyayê amadebûn.