Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 02:06 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Talebanî beşdariyê di semînara nûneratî yên Îranê li Îraqê û Herêma Kurdistanê dike

SUN, 25 FEB 2018 00:45 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîrê Herêma Kurdistanê, roja 24.02.2018ê li bajarê Silêmnaiyê, beşdarî di semînareke berifreh ya nûnertiyên Îranê yên li Herêma Kurdustanê kir.

Di semînarê de, Îrec Mescidî Balyozê Îranê li Îraqê, Nûnerê Taybetiyê Wezareta Derva ya Îranê û konsul û berpirsên nûneratiyên Komara Îslamiya Îranê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê amade bûn.

Di semînarê de behsa têkeliyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê û çewaniya pêşxistin û berfirehkirina wan têkeliyan, rewşa siyasî û amnî li deverê bi giştî û berjewendiyên aboriyên her du aliyan hatin gotûbêj kirin.

Balyozê Îranê berheviya hikûmeta xwe nîşande ku dixwaze bi Herêma Kurdistanê re berdema hevahengî hebe û têkeliyên xwe di hemû waran de pêşbixin bi awayekî ku di berjewendiya gelên Îran û Herêma Kurdistanê de be.

Qubad Talebanî behsa giringiya rola Îranê di binyatdanan Herêma Kurdistanê bi taybetî û Îraqê de bi giştî kir û got ku Îranê hertim di warê avakirina aşitiyê û bicîkirina emniyetê li deverê roleke nerim lîstiye û daxwaz ji Îranê kir ku ji bona berjewediyên giştiyên gelên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê li ser wî awayê karkirinê berdewam be. Wî got  jî ku di roj û rewşên dijwar de hikûmet û gelê Îranê alîkariya gelê kurd kiriye.

Talebanî behsa çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got ku roj bi roj zêdetir gavên çaksaziyê bi cî dibin û tevî wê kirîza bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye, gavên binyatdanan Herêma Kurdistanê berdewam in û Komara Îslamiya Îranê bi rêya kompanî û sermayerazandinê destekî bala di wê binyatdananê de hebûye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêdixebite ku çavkaniyên xwe yên darayî berfireh bike û pişta xwe bi tenê bi dahatiniyê neftê ve girê nede û di vî warî de pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi Komara Îslamiya Îranê heye ku pîşesazî û çandiniya Herêma Kurdistanê pêşbixe.

Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa pirsgirêkên navera Hewlêr û Bexdayê de kir û daxwaz ji berpirsên Îranê kir ku rola xwe di çareserkirina wan pirsgirêkna de bilîze û: Herêma Kurdistanê ya bihêz û yekgirtî dê ji bo Îranê bi taybetî û gelên deverê bi giştî zêdetir mifa hebe û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hertim ji bo hemû pirsan bi aşitî û diyalogê li ser bingeha destûra Îraqê çareser bike, amade ye.

Qubad Talebanî got ku niha gelek pêwîste aliyên kurdistanî yekdeng bin û xwe ji bo hilbinartinên bên yên Îraqê,  ji bona çespandin û bidestveanîna mafên rewayên gelê kurd yên di destûra Îraqê de hatin bicî kirin, amade bikin