Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 18:21 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Qubad Talebanî tevî Şandeka Wezareta Berevaniya Amerîkayê dicive

FRI, 23 FEB 2018 18:30 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi wekalet roja Înê 2018-02-23 pêşwaziya Robert Karem yarmetîderê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ji bo karê asayişa navnetewî û şandeka pê re kir.

Di runiştinekê de behsa diyaloga navbera Hewlêr û bexdayê ji bo çareser kirina pirsgirêkan û piştîvaniya Amerîkayê ji bo destpêkirina diyalogeka cidî li ser bingeha destûra Îraqê, bi taybetî derbarê vekirina balafirgehan û pêdan mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê kirin.

Şandeya Amerîkayê piştîvaniya xwe ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û pêdagirî li ser berdewam bûna alîkarî yên leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê û bi hêz kirina têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Herwiha bi pêwîst zanî ku Herêma Kurdistanê li demê niha û pêşerojê rola xwe bilîze û pirsgirêkên navxweyî jî çareser bike.

Talebanî bi spas kirina alîkariyên  leşkerî û mirovî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê, hêvî xwest bi awayekê modern li ser alîkarî kirina Pêşmerge û  herwiha piştîvaniya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be, heya ku bi zûtirîn dem pirsgirêk bihên çareser kirin, bi taybetî vekirina balafirgehan û dabîn kirina mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê.

Talebanî berhev bûna Herêma Kurdistanê ji bo berfireh kirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û normalize kirina têkiliyan nîşan da û ji bo vê yekê jî alîkarî û piştîvaniya Amerîkayê bi pêwîst daye zanîn.

Li dawiyê jî behsa rewşa deverê û hilbijartinên Îraqê û Herêma Kurdistanê û qunaxa piştî DAIŞê kirin.

Karîm Şingalî Wezîrê Pêşmerge be wekalet  û hin berpirsên leşkerî beşdarê civînê bibûn.