Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 21:53 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Brîtanya xebatên Hikûmeta Kurdistanê ji bo parastina mafê tak û pêkhateyan bilind dinirxîne

SUN, 4 MAR 2018 03:00 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 03.03.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li lord Ahmed Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanyayê ji bo karûbarên Neteweyên Yekgitî û Nûnerê Serokwezîra Brîtanyayê ji bo rêgrtin li tundiya seksî li deverên nakokîdar û şandeya pê re kir.

Lord Ahmed kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û piştgirî û hevkariyên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê parastina mafê tak û mafên hemû pêkhateyan li deverê û bi taybetê li deverên şer lê bû, bilind nirxand û got ku di vê çarçoveyê de, hikûmeta Brîtanyayê amadeye hevkarî û hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re bike.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya nirxandina şandeya mêvan û hevkariyên Brîtanyayê yên di warê mirovî de ji bo Herêma Kurdistanê kir û dupat kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi parastina mafê tak û mafên hemû pêkhateyan dide û ev yek acendaya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û li ser vê siyaseta xwe berdewam dibe.

Di civînê de behsa pêşhateyên herêmî û Îraqê û çewaniya berhingarbûna tundûtûjiyê kir û di vî warî de Serokwezîr tekîd li ser rola perwerdeyê ji bo perwerdekirina takekî saxlem di civakê de û dûrkeftin ji şidetê kir.

Rewşa herêmî bi giştî, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û şerê dijî terorê çend mijarên din yên civînê bûn.