Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 16:15 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Bielektironîkirina wezareta xandina bala û lêkolînên zanistî hat ragehanidn

FRI, 2 MAR 2018 17:45 | KRG Cabinet

Bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Yusif Goran wezîrê xandina bala û lêkolînên zaniest û Mehmûd Hacî Salih wezîrê karûbaêrn şehîd û enfalkiriyan,  roja 28.02.2018ê di merasimekê de bielektironîkirina wezareta xandina bala hat ragehandin.

Di merasimê de ku hijmareke berpirsên hikûmî û mêvan amade bûn, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û dilxweşiya xwe bi ragehandina bielektironîkirina wezarat xandina bala nîşan de û ew gav bi gavak ji gavên hikûmetê yên di warê encamdana çaksaziyan de wesif kir. Wî got ku teknolojiya di warê kargêrî/îdarî de alîkariyek mezin dike û dibe derfetek ji bo baştir birêveçûna karûbarên wezaretê û bicîkirina karûbarên hevwelatiyan.

Talebanî di gotara xwe de kar û çalakiyên wezareta xandina bala bilind nirxandin û got:

- Di nava van çend salên borî de bi kiryar wek xwe digel vê serdemê guncand, we gavên biwêr avêtine, bi taybetî di warê zimanê îngilîzî de ji bo birwanameyên master û doktorayê de. Ji ber ku çênabe yek bixwaze birwanameya master û doktorayê hebe û zimanê îngilîzî nezane. Gelek astengî di rêya we de hebûn, lê we gavên rast avêtin, ji ber ku eger mamosteyek zimanê îngilîzî nezane nikare mifa ji zaniyariyên cîhanî yên nû werbigire.

Qubad Talebanî di axaftina xwe de behsa çaksaziyên hikûmetê kir û got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû wezaretan de çaksazî dest pê kiriye û ev gava wezareta xandina bala jî digel gavên hikûmetê yên di warê çaksaziyê de yekdigirin û bi taybetî wezareta darayî di warê çaksaziyê de gavên giring avêtine. Hikûmeta Îraqê, bi taybetî di dema nêzîkbûna hilbijartinan, behsa çaksaziyê dike.

Talebanî diyar kir ku wezarat darayî di warê çaksaziyê de û  bi tyabetî di warê organîzekirina sîstema bac, kargêrî û darayî û deriyên ser tixûban de gavên baş avêtine. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya sîstema Biometri zêdetir ji pêncîhezar karmendên wehmî dîtine.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hikûmeta Bexdayê rexne dike û ji Bexdayê dipirse: Gelo we di warê çaksaziyê de çi kiriye? Bexda hertim sozan dide û miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê naşîne û ew sozên wan hemû valan e:

- Em daxwazê ji Bexdayê dikin êdî bes bi deruniya gelê Kurdistanê bilîz e. Eger we inyeta dana miaşan heye kerem bikin miaşê wezareta saxlemiyê û wezareta perwerdeyê bidin. Hikûmeta Bexdayê çend komîte ji bona hûrbînîkirina lîsteyên miaşgirên Herêma Kurdistanê şandin û me bi her awayî alîkarî bi wan komîteyan re kir û bi serkeftî karên xwe necam dan, lê hêşta miaş ne şandine û ambaroya ser balefirxaneyan jî bi dawî neanîye.

- Ev demeke şandina nefta Kerkûkê bo derve hatiye ragirtin, me weke hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê re got ku, ew dikarin nefta Kerkûkê bi rêya boriya neftê ya Herêma Kurdistanê bo derve bişînin û dahatiniyê wê neftê bikeve xizîna Îraqê bi awayekî hemû alî jê mifadar bibin, lê heta niha Bexdayê bersiva me nedaye. Hikûmeta Îraq hêncet li pey hêncetî digire û xelkê Kurdistanê bêzar kiriye û çiqas hilbijartin nêzîk dibin ew lîstok zêdetir dibe.

Li dor çaksaziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, Qubad Talebanî got ku tu kesî ferman li wan nekiriye heta ew dest bi çaksaziyan bikin, lê  hikûmeta Herêma Kurdistanê bixwe viyaye çaksaziyan bike û gavên hikûmetê di warê çaksaziyê de avêtina diyar in weke; anîna kompaniyeke cîhaniya navdar ku hûrbîniyê di dahatiniyê nefta Kurdistanê de bike, wê kompaniyê rapora xwe weşandiye û li ser karên xwe berdewam e, nêzîke baweriya civaka navdewletî bigehe wê asta hikûmeta Herêma Kurdistanl kar ji bo şefafiyetê dike.

Talebanî, çaksaziyên wezareta darayî, kareba û navxwe weke mînak anîn ku çaksaziyên baş kirine û got ku wezareta elektirîkê ji bona çakirina sîstena xwe kar dike. Çaksazî di hemû waran de berdewam in, lê prosesa çaksaziyê jî bê êş û azar nabe û ev pirosese  ji bo hikûmeta Herêma Kurdistan ne durişme, lê di warê piraktîkêd e bi cidî ji bo encamdana çaksaziyan  gavan diavêje.