Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amdebûna Qubad Talebanî Cîgirê serokwezîr, roja yekşemê 04.03.2018ê li bajarê Hewlêrê, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civiya û pesidkirina budceya giştiya Îraqê ya sala 2018ê ji aliyê parlamentoya Îraqê ve bêy amadebûna fraksyonên kurdistanî, gotûbêj kir.
Parlamentoya Îraqê, bêy liberçavgirtina daxwaz û têbîniyên kurda û bêy amadebûna fraksyonên kurdistanî, budceya giştiya Îraqê ya sala 2018ê pesind kir, civîna Civata Wezîran dilgirnaiya xwe û ya xelkê Herêma Kurdistanê li hember pesindkirina qanûna budceya Îraq bi wî awayî, nîşan da û dupat kir ku, pesindkirina qanûna budceyê bi wî awayî bi eşkereyî binpêkirina prensîpên hevbeşî û tawafiqa Îraqa nû li ser hatiye avakirinê ye.
Civata Wezîran sipasiya hemû fraksyonên kurdistaniyên nav parlamentoya Îraq kir ku li ser pirsa yasaya budceya Îraqê yekdeng û yekhelwest bûn û piştgirî li wê yekrêzî û yekêtiyê kir û civînê biryar da ku di rojên bên da bi hevbeşî digel parlamentoya Kurdistanê digel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ji bona gotûbêjkirina vê pirsê bicivin.
Civata Wezîran dupat kir ku tevî hemû pirsgirêk û nakokiyan, Herêma Kurdistanê bi çareserkirina timama pirsan digel Bexdayê li ser bingeha destûrê pabend e û hêvî xwest ku ew diyaloga navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa Federal de heye bigehe encamekî ku di berjewendiya hemûyan de be.