Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 17:16 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyama hikûmetê ji bo bîranîna serhildana sala 1991

SUN, 4 MAR 2018 22:38 | KRG Cabinet

Cemawerê serbilind û xweragirê Kurdistanê

Di bîranîna 27 saliya serhildana bi rûmet û mezin li adara sala 1991, em gerimtirîn pîrozbahiyan li malbatên serberzên şehîdan, pêşmergeyên mêrxas û tevaya kurdistaniyên ezîz li navxwe û derveyî Kurdistanê dikin.

Serhildan derbirîna xwestek û îradeya gelê Kurdistanê bû, retkirina sitem û diktatoriyê bû. Bi qurbanîdana pêşmerge, mandîbûna kurên gel û yekêtî û yekrêziya aliyên siyasî, pêkhate, çîn û katagoriyên Kurdistanê, mezintirîn serkeftin û serwerî qeyd kir. Her ew canê xweragirî û berhingariyê jî  bû ku piştî serhildanê û heta niha çendîn astengî, pîlanên şerxwazaneyên terorîstan û nahezan pûç kirine.

Kurdistaniyên ezîz

Xebat û xweragiriya we ji bona bidestveanîna azadî û jiyaneke bi serbilindî bû ku, hêjayî dîroka dêrîn, qurbanîdan û mandîbûna we be, daxwazên we yên adil jî li Îraqa Federal de mafekî xwezayî, dadperwerane ye û pêkvejiyana bi aşitî û şeraketa rasteqîne, tewafiq û rêzgirtin li destûr, bingeha avakirina Îraqa nû ye ku mafê tu pêkhateyan tê de neyê binpêkirin û tu pêkhate û hêzeke nû bi yekterefî îradeya xwe feriz neke.

Serhildan û şoreşên li dijî desthilatên xweferizker yên berê li Îraqê, nîşana wê rastiyê ne ku mistehîle tu hêzek bikaribe daxwaz û îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo jiyan, rûmet û azadiyê pişt guh bixe . Îraqeke bi îstîqrar û xweşjiyan bi sîstemeke saxlem a demokratîk û federal ku  destûr tê de parastî be û şeraketa rasteqîne û mafên rewayên hemû pêkhateyan parastî be, bi cî tê. Hemû ew karesatên bi dehan salan rastî Îraqê hatine, ji ber bîr û bernameya xweferizkirina rijêmên statuberist bûn ku tevî jinavçûna wan rijêman, Îraq û gelê wê jî baceke giran li ser da.

Kurdistaniyên xweştivî

Çavkaniya canê xweragirî û berxwedana we ya aştîxwazane, eynî çavkaniya canê serhildanê ye û heta gelê me digehe hemû mafên xwe yên adil ev moral û îrade berdewam dibe. Wezîfeya parastina destkeftiyên serhildanê, berpirsiyariya tev alî, çîn û kategoriyên gelê me ye. Em bi bawer in ku moral û berxwedana  we ji hemû astengî û pîlanan bihêztir e û bi hev re em dikarin bi ser hemû pirsgirêkan û keleman da zal bin û ber bi paşerojeke geş gavan pavêjin.

Bila serhildan enerjî û îradeyeke zêdetir ji bona yekrêzî û berxwedana bi me bi bexşe.
Bilind û bi rûmet be  bîranîna serhildana mezin a adara sala 1991ê
Silav li cane paqijê şehîdên serhildan û tevaya şehîdên Kurdistanê


Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
04.03.2018