Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 23:58 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî kar û xebata firaksyonên Kurdistanî li Bexdayê giring dinirxîne

SUN, 4 MAR 2018 20:10 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî civîna Civata Wezîran ya roja 04.03.2018, di preskonferensekê de behsa naveroka civînê kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serokwezîr li destpêkê behsa pejirandina yasaya budceya Îraqê ya sala 2018 bê beşdariya parlamenterên kurd kir, dilgiraniya Herêma Kurdistanê jî li hember pejirandina budceyê nîşan da û sipasiya firaksyonên Kurdistnî  li Parlemantoya Îraqê kir ku ji bona bi cih kirina daxwazên gelê Kurd di budceya Îraqê de gelek li ber xwe dan:

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi cidî dilgirane ku bêy kurda û bêy pişka dadperweraneya Herêma Kurdistanê di yasaya budceyê de bi cih bikin,  budce pejirandin. Bi vê yekê jî hikûmet û hevwelatiyên Herêma Kurdistanê dilgiran in. Tevî hemû wan pirsgirêkên siyasiyên li Herêma Kurdistanê hene, hemû firaksyonên kurdistanî li parlamentoya Îraqê, bi yek dengî û bêy guh bidin berjewendiyên hizbî, ji bona berjewendiyên Herêma Kurdistanê û hevwelatiyên wê xebitîn.

Serokwezîr got ku ew bingeh û prensîpên Îraqa nû li ser hatiye avakirinm weke hevbeşî di desthilatê de, rêketen û li hev têgihiştin, hatin binpê kirin û parlemantoya Îraqê bi piranî û kêmanî biryar li ser meseleyeke cidî bide, bi pejirandina budceya Îraqê  li ser bingeha piraniya dengan ku mafên Herêma Kurdistanê bi tu awayî di wê budceyê de nehatine bi cih kirin, hikûmet û xelkê Kurdistanê gelek dilgiran kir:

-  Ji bona ku Herêma Kurdistanê yek helwest hebe û ew helwest yê hemû aliyan be,  em digel hemû aliyên siyasî û firaksyonên kurdistanî li parlamentoya Îraqê dicivin.

Nêçîrvan Barzanî takîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze hemû pirgirêkan digel Bexdayê bi diyalog û di çarçoveya destûra Îraqê de çareser bike û di vî warî de tu guhertin li ser helwesta Herêma Kurdistanê çê nebûne:

- Birêz Serokomar di çend rojên borî de civîn digel firaksyonên kurdî kiribû, bê guman, Herêma Kurdistanê û hevwelatiyên wê jî ji Serokomar helwest dixwaz in, ne helwest ji bo Herêma Kurdistanê, lê ew Serokomarê Îraqê ye û li gor destûrê divê mafên hemû Îraqiyan biparêze û divê li hember gelê Kurdistanê wek beşek li Îraqê helwîst hebe. 

- Piştî sala 2003 Îraq li ser bingeha hevbeşiyê hat avakirin û li gor destûrê divê mefên hemû pêkhateyan dabîn bike û destûr rêyên çareseriyê ji bo hemû pirsan danaye. Me li Herêma Kurdistanê çend kursî hebin eger biryar li ser bingeha piranî û kêmanî be, bê guman hevwelatiyên herêma Kurdistanê  zirarê dikin. Piştî sala 2003ê me Îraqeke dît ku hemû bi hev re bi şirîkatî û di çarçoveya destûr de mamile bikin, ew pirsgirêkên îro rastî Îraqê hatine ji encama wê hizirkirinê ye, awayê wê hizirkirinê gihişte  wê derecê ku pêkhateyeke mezin ya Îraqê bê pişt duh xistin û mafên wê pêkhayeyê dabîn nekin. Îraq aram nabe, eger em bixwaz in Îraq aram bibe û îstîqrar li welêt hebe, şert û merca yekem ew e ku divê li gor destûr serderî bi pêkhateyan wê bihê kirin.

- Prosêsa siyasî li Îraqê ya yek tayîfe yan aliyekê siyasî nîne, lê belê ya hemû gelên Îraqê ye û Herêma Kurdistanê di vê çarçovê de, piştî civînên digel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, biryara xwe dide.

- Soz û gotin hene, lê heta niha ji bo bi cih kirina wan soz û gotinan yek gav nehatiye avêtin. Me danûstandin û axaftin heye û çend caran digel Serokwezîrê Îraqê civiyan û gotûbêj kir û hemû bi hêvîne pirsgirêk bên çareser kirin. Eger hûn ji min bipirsin û bêjin ka ez bi timamî ji Bexdayê bê hêvî bûme ku arîşe bên çareser kirin? Ez ji we re dibêjim nexêr. Ez bê hêvî nebûme û heta vê kêlîkê jî ez ne bê hêvî me û bi baweriya min ji bo çareserkirina pirsan bi Bexdayê re di çaçroveya destûr de rê heye. Eger ez bê hêvî jî bim  û gihiştim wê baweriyê ku arîşe çareser nabin, gelek bi eşkereyî û vekirî digel welatiyên Herêma Kurdistanê dêbiaxvim.

- Bi baweriya min hemû pirsgirêk hata roja encamdana hilbijartinên Îraqê nahên çareser kirin. Ji ber vê me ji cenabê Serokwezîrê Îraqê re pêşniyar kir ku, em bikarin du pirsan çareser bikin; pirsa vekirina balefirxaneyan û pirs miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê.  Eger me van her du pirsan çareser bikin, dikare pirsgirêkên din piştî hilbijartinên Îraqê çareser bikin. Heta vê kêlîkê jî têkeliyên min digel cenabê serokwezîrê Îraqê li ser van her du pirsan berdewam in, me axaftin û gotûbêj bi telefonê bi her awayî berdewame. Hata vê kêlîkê jî min hêvî heye ku em dikarin wan pirsan çareser bikin û eger me nekarî hîngê ez dê vekirî digel xelkê Kurdistanê axivim.

- Heta niha em bêhêvî nebûne û em dixwazin pirsan çareser bikin, Bexda bi tenê ya wî xelkî nîne yên ku niha li wirin, Bexda ya me ye jî, çima em wisa hizir bikin ku Bexda ya aliyekî siyasî ye, yan ya pêkhateyeke siyasî yan mezhebî ye. Bexda ya hemûyane û divê em rola xwe ya siyasî li Bexdayê bilîz in û li ser wê rolê berdewam bin  û eger em gihiştin binest, hîngê divê bi xelkê Kurdistanê rabigehînin ku eve em gihiştin binbestê.

- Meseleya pesindkirina budceyê bi tenê ne pereye, ewan, Bexdayê, pirseke esasî têkda ku ew jî bingeha şirîkaritê di desthilatê de li Îraqê ye û sala 2003ê li ser wê bingehê Îraqa nû hat avakirin, metirsî li vire, mesele ne hinartin yan nehinartina pereye. Mesela ku xelkê Herêma Kurdistanî dilgiran kirî eve ku pirensîpê şeraket û tewafuqê li welêt hat têkdan.

- Em dê digel Bexdayê berdewam bin û armanca  me jî ewe ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û welatiyên wê dabîn bikin. Li gor ew dahatiniyê me heye û dikeve destê me em dê miaşan bidin, hûm dizanin piştî bûyerên Kerkûkê dahatiniyê me bi nîvî bûye, eger kêtir nebe, li gor ew dahatiniyê eheye em berdewam dibin.


Di bersiva pirsekê de ku berpirsên balayên Amerîka hertim dibêjin ku ew ji bo çareserkirina pirsên navebra Hewlêr û Bexdayê alîkariyê dikin, piştî pesindkirina budceya Îraq bi piraniya dengan hûn dê çi ji amerîkiyan re bêjin? Serokwezîr got:

- Ez dê jê re bêjim ku we di daxuyaniya xwe de gotiye ku hûn  hikûmetke bihêz li Herêma Kurdistanê dixwazin, dê daxwaza pênasekirina (hikûmeteke bihêz li herêma Kurdistanê) jê bikin ka li cem wan çi mana dide? Dê bêjim, raste, digel ew siyaseta niha dikin, bi rastî hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê heya yan nîne, dê vê pirsê jê bikim


Di bersiva pirsekê de lis er nefta Kerkûkê û rêkeftina navebra Îraq û Îranê, Nêçîrvan Barzanî got:

- Nefta bîrên Bay Hesen û Havana, piştî bûyerên 16 Oktobera sala borî, Îraqê ew dever kotirol kir, pêşniyara hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bû ku alîkariya Bexdayê bik û wê neftê bi rêya boriya nefta Herêma Kurdistanê bo derve hinarde bikin. Em niha jê dibêjin em amadene daku ew jî bibe beşek ji dahatinîyê neftê ji bo Îraqê û ji wê beşê miaşên Herêma Kurdistanê dabîn bikin.
Di navbera Îraq û Îranê de rêkeftinek heye bi tankeran neftê bo Îranê rê kin, lê gelo ew rêkeftin ketiye warê piraktîkê? Li gor zaniyariyên me hat niha ew rêkeftin nehatiye bi cî kirin.