Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 14.03.2018 li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Qasim al-Arecî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Îraqê kir.
Her du aliyan pêdagirî li ser hebûna îradeya rasteqîne ji bo çareseriyê û giringiya berdewamiya diyalog û li hev têgihiştinê ji bo çareser kirina tev pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Îraqa Federal kirin.
Di civînê de ku Kerîm Şingalî Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bû, rewşa emnî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê û metirsiya terorê hatin gotûbêj kirin û pêdagirî li ser vê yekê hat kirin ku divê zêdetir di warê emnî û li hev guhertina zaniyariyan hevkarî û hevahengî navbera wezaretên navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo berhingar bûna terorîstan û metirsiya tetorê hebe.