Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 02:26 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyama sersaxiyê ya Balyozê Yekêtiya Ewropayê

SAT, 7 APR 2018 22:32 | KRG Cabinet

Ramon Blecua  Balyozê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê di peyameke sersaxiyê de, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dixwaz e.

Teksta peyama sersaxiyê:

Birêz: Cenabê Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Hewlêr

Birêz: Barzanî

Bi bihîstina nûçeya wefata birêz Dilovan Îdrîs Barzanî, ez gelek xemgîn bûm.

Ez dixwaz im sersaxî û hevxemiya xwe bi cenabê we û malbata birêz Dilovan Barzanî, ji bo wefata wî, rabigihîn im.

Ji ber arşîvkirina bûyer û biserhatiyên şoreşê û, herwesa, birêvebirina karên we jî weke nûnerê serokwezîr ji bo karûbarên civakî, ez pişt rast im ew dê hertim li bîra me bimîne.

Digek hevsoziyên me yên kûr.

 

Ramon Blecua
Balyozê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê
04.04.2018