Şandeyeke Encumena Balaya Îslamî li Îraqê bi serokatiya Şêx Teqî Almewla Serokê Desteya Giştî û bi endametiya Mihemed Alhaşimî û Elî Xeban Haşim pêkatibû, êvariya roja şemiyê 07.04.2018ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokawezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.
Şandeya mêvan, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi navê xwe û Encumena Balya Îslamî li Îraqê peyama xwe ya sersaxiyê gihand Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, hevxemî û hevderdiya xwe ji ber vê kovana mezin ya wî û Malbata Barzanî nîşan da û hêvî xwest Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi beheştê şad bike.
Nêçîrvan Barzanî, ji bo peyama sersaxiyê û nîşandana hevxemî û hevderdiyê, sipasiya şandeya mêvan kir.
Reşa siysiya Îraqê û çend pirsên girêdayî deverê di navbera her du aliyan de hatin gotûbêj kirin.