Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Duşem 2018-04-08 pêşwaziya Selîm Cibûrî Serokê Parlemantoya Îraqê û şandeka pê re kir.
Cibûrî ji ber koça dawî ya Dilovan Barzanî sersaxî ji Serokwezîr kir û hevxemiya xwe ji malbata Barzanî re nîşan da û hêvî xwest xwedê jê razî bi biheştî şad bike.
Nêçîrvan Barzanî spasiya serdan û hevxemiya Serokê Parlemantoya Îraqê û şanda pê re kir.
Li dawiyê jî, her du aliyan behsa rewşa siyasiya Îraqê û hilbijartinên vî welatî û têkilêiyn navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.