Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 13:10 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Di peywendiyeke telefonî de Malikî peyama xweya sersaxiyê gihand Serokwezîr Barzanî

SUN, 8 APR 2018 19:43 | KRG Cabinet

Nurî Malikî Cîgirê Cerokomarê Îraqa Federal,  roja 08.04.2018, bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û sersaxî jê re xwest.

Malikî di peywedniya telefonî de, hevxemî û hevderdiya xwe ji bo wefata neliwext ya xwedêjêrazî Dilovan Barzanî, ji Nêçîrvan Barzanî û malbata Barzanî re nîşan da û hêvî xwest ev xema dawiyê ya wî û balbata wî be û Xwedayê mezin xwedêjêrazî bi dilovaniya xwe bi beheştê şad bike.

Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê, sipasiya Nurî Malikî cîgirê serokomarê Îraqa Federal kir.