Qasim Suleymanî Fermandarê Qeyleqa Qudis ya Supaya Pasdarên Komara Îslamiya Îranê roja 08.04.2018 bi boneya wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, birayê Nêçîrvan Barzanî, bi telefonê peywendî bi Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û jê re sersaxî xwest.
Suleymanî di peywendiya telefonî de, sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwest û, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, hevxemî û hevderdiya xwe nîşan da û hêvî xwest ev nexweşiya dawiyê be û xwedêjêrazî bide ber rehmeta xwe û sebir û aramiyê bi malbata Barzanî bide.
Nêçîrvan Barzanî ji bo wê peywendiya telefonî û nîşandanan hevderdî û hevxemiyê, sipasiya Qasim Suleymanî Fermandarê Feyleqa Qudis ya ser bi supa ya Pasdarên Komara Îslamiya Îranê kir.