Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 10.04.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Maksim Maksimov Balyozê Rûsyayê li Îraqê û şandeya pê re ku ji; Viktor Simakov Konsulê giştiyê Rûsyayê li Hewlêrê, Mend Andre Şîretmendê Balyozxaneya wî welatî, Sergey Petrov Serokê Kompaniya Gazprom-Neft li Rojhilata Navîn û Olig Belgin Rêvebirê Ofîsa Hewlêrê ya Kompaniya Gazprom pêkatibû, kir.
Di civînekê de, şandeya mêvansersaxiya xwe û ya hikûmeta Rûsyayê ji bo wefata Dilovan Îdrîs Barzanî gihand Nêçîrvan Barzanî. Paşê behsa têkeliyên navbera Moskova û Hewlêrê kir û berheviya welatê xwe xwe ji bo zêdetir pêşxistina wan têkeliyan di hemû waran de nîşan de û dilxweşiya xwe jî li hember pêşveçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji bo vê serdanê û pêşkeşkirina peyama sersaxiyê, sipasiya şandeya mêvan kir û got ku hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi têkeliyên bi Rûsyayê re didin û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina wan têkeliyan di hemû waran de, bi taybetî di ware aborî de, nîşan de û hemû hêsankarî jî ji bo sermayedarên rûsyayî nîşan da ku li Herêma Kurdistanê weberhemanînê bikin.
Rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên peywendîdar bi rewşa Îraqê çend mijarên din yên rojeva civînê bûn.