Îro 30 sal bi ser pirosesa jinosayda gelê Kurdistanê (êrîşên qirêjên bi navê Enfalan) derbas dibe ku li ser destê rijêma berê ya Îraqê hatibûn ancamdan . Enfal ji bona jinav birina hebûn û nasnameya neteweya kurd bû, mirov, xak û jîngeha Kurdistanê bi hev re bûne armanc û ji bilî bê ser kirin û komkujiya 182 hezar mirovên bê tawan û sivîl, bûye sedema wêran kirina bi hezazaran gund û têkdana jîngeh û şewitandina xaka Kurdistanê jî.
Di demkê de ku em yada qurbaniyên êrîşên Enfalanbi bît tînin û hûrmetê li xûna wan qurbaniyên gelê me kubi dirêjahiya dîroka bizava rizgarîxwaziya gelê me pêşkeş kirine, di heman demê de wane wergirtin e ji dîrokê ku divê bi hizir û kiryar hertim di nava xebatan de bîn ku rê li her êrîşeka mîna Enafên qirêj bigirin û şûnwarên derunî, aborî, siyasî û civbakî yên nerênî yên wan êrîşan na mirovane ji holê rakin.
Ev erk û wezîfe ji mêje xemeke sereke ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji bilî, xebatên berdewam yên ji bona vegerandina rufatên pîrozên qurbaniyên Enfalan, avedan kirina gund û jîngeha Kurdistanî ku hatiye wêran kirin û baştirkirin jiyana malbatên serbilindên enfalkiriyan, hertim ji karên pêşîn yên hikûmetê bûne û ji bona vê yekê hikûmetê li gor şiyan û îmkanên xwe kar jê re kiriye, lê hêşta gelek kar maye divê bê kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê bi erk û berpirsiyariya xwe diznane û di vî warî de xemasarî û kêmasiyê nake.
Li ser asta derve, nasandina Enfalan bi jinosayda karekê cidî ya hikûmetê bûye, li Îraqê jî Dadgaeha Tawanan berî her aliyekê din Enfal bi jênosîda nas kir û em hêvîdar in di warê qerebûkirina madî û manewî ya malbatên enfalkiriyan, gel û xaka Kurdistanê, hikûmeta Îraqê weke erk û berpirsiyariya xwe ya yasayî û exlaqî gavên cidî û piraktîkî pavêje.
Kurdistaniyên xweştivî..
Garantiya yekane ji bona pêşî girtin bi dubare bûna her êrîş û şerxwaziyeka nahezên gelê me, mîna Enfalan û karesatên ku bi ser xûşk û birayên me yên êzidî de hatin, yekrêzî û yekêtiya alî û pêkhateyên Kurdistanê ye, her weke çawa yekrêzîya me di pirsên niştimanî û neteweyî de fakterê sereke yê serxistina doza rewa û bi dest anîna armancên ji bo paşerojeke geş ji bo neviyên me û Kurdistaneka avedan û pêşkeftî di bin siha aşitî û xwe jiyanê de ye.
Gelê Kurdistanê hertim şanaziyê bi kultura xwe ya lêbiorînê dike, lê hertim wan êş û janan ji bîr nake yên ku destê xedrê yên dî li ser laş, wîjdan û yadeweriyên neteweyî de dirust kirine, wek çawa hertim ew destê hevzosîyê jî ji bîr nake ku ji aliyê dilsoz û dostên mirovatiyê û jiyanê ji me re dirêj kirine.
Silav ji bo canê pak û bê tawanên anfalkiriyên gelê Kuedistanê
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
14.04.2018