Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Sêşem 2018-04-17 pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê taybetê Serokê Amerîkayê li şere dijî DAIŞê û şandeka pê re kir, ku ji Silliman Douglas Balyozê Amerîkayê li Îraqê, Andrew Pick Alîkarê Wezîrê Derve ji Îraq û Îranî, Ken Gross Konsulê vî welatî li Hewlêrê u hijmarek dîplomatên Amerîkayê pêk hatibû.
Li hevdîtinekê bi berhev bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr, şandeya mêvan destxweşî ji destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê kir ku bûye sedema asayî bûna têkiliyên navbera her du aliyan, vekirina balafirgehên Kurdistanê û şandina parek ji mûçe yên karmendên Herêma Kurdistanê.
Şandeya Amerîkayê pêdagirî li ser berdewam bûna tîkiliyên tevî Herêma Kurdistanê û giringiya pêş xistina têkiliyan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi spas kirina vê serdanê û piştîvaniya Amerîkayê ji bo destpê kirina diyaloga navbera Hewlêr-Bexdayê, pêdagirî li ser çareser kirina pirsgirîkan bi rêya diyaloq û danustanê kir.
Herwiha got Herêma Kurdistanê giringiyê bi têkilî yên tevî Amerîkayê dide û ji bona pêş xistina têkiliyan li hemû waran hêsankariyê dike.
Li dawiyê jî behsa rewşa deverê û hilbajrtinên Îraqê li kirin, ku biryar le 12 meha Gulanê bihê sazkirin.