Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejina sersala êzidiyan, Çarşemiya Sor, li êzidiyên Kurdistan û derveyî welêt pîroz dike.
Teksta daxuyaniya hikûmetê:
Bi helkeftina hatina cejina sersala êzidiyan, Çarşemiya Sor, destpêkê em, hemû wan zarok, jin, ciwan û kalên êzidî yên ku li ser destê terorîstan şehîd bûn, bi qedir û rûmet bi bîr tîn in, cejina kesûkar û malbatên êsîr û girtiyan û hemû êzidiyên li Kurdistan û cîhanê bi germî pîroz dikin, em hêvîdar in xûşk û birayên me yên êzidî cejina xwe di nava aramî û tenahiyê de derbas bikin.
Bi hêviya ku êzidî û hemû gelê Kurdistanê cejin û helkeftinên xwe yên bên di rewşeke baştir de pîroz bikin û hevwelatiyên me yên êzidî û hemû koçber û penaberên din ji kampên koçberiyê bo ser cî, war û milk û malên xwe bi serbilindî vegerin û deverên wan bên avadan kiirn.
Em hemû xûşk û birayên xwe yên êzidî pişt rast dikin ku bi her awayî dê xebatên me ji bona azadkirina xûşk , dayk, zarok û hemû girtiyên din yên êzidî berdewam bin û her tişta pêwîst be dê ji bo azadkirina wan bê kirin.
Careke din cejina Çarşemiya Sor li hemû êzidiyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
18.04.2018