Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 18:13 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û Kubis pirosesa siyasî û hilbijartinên Îraqê gotûbêj dikin

WED, 18 APR 2018 20:51 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 18.04.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Jan Kubis Nûnerê Taybetiyê Sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Îraqê kir û di civînekê de çend mijarên giring nirxandin.

Pirosesa siyasî û hilbijartinên parlamentoya Îraqê ku biryare di meha gulana îsal de bên encamdan di civînê de hat gotûbêj kirin û bi taybetî behsa beşdariya Herêma Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê de hat kirin û hêvî hat xwestin ku hilbijartin û pirosesa siyasî li Îraqê serkeftî be.

Pêşhateyên nû yên diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê, karên komîteyên hevbeşên  navbera her du aliyan û ew gavên heta niha hatine avêtin weke vekirina balefirxaneyên herêma Kurdistanê û hinartina beşek ji miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê û berdewamiya diyalogê çend mijarên din yên civînê bûn û tekîd liser çarserkirina hemû pirsgirêkan bi aşitî û diyalogê hat kirin.

Rewşa Îraqê û deverê û şerê dijî terorê di civînê de hatin gotûbîj kirin.