Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 18:32 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Peyama hikûmetê di salvegra Roja Rojnamegeriya Kurdî de

SUN, 22 APR 2018 13:10 | KRG Cabinet

Di 121 saliya derketina yekem rojnameya kurdî û bi minasibeta Roja Rojnamegeriya Kurdî, em pîrozbahiyeke gerim  li tevaya rojnamevan û Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikin û di karê wan yê pîşeyî û gihandina peyama dirust û niştimanî ya ji bona xizmetkirin û pêşkeftina civakê serkeftinê  jê re dixwaz in, parastina maf û xwestekên rojnamevanên Kurdistasnê ji aliyê Sandîkaya Rojnmaevanan ve bilind dinirxîn in.

Cîyê şanaziyê ye ku li Herêma Kurdistanê bi dehan saziyên rojnamevanî û medyayî bi hizir, raman û peyamên siyasyên cuda di nava aqarekî azad de kar dikin. Rojnamevanên Kurdistanê bi rêya peyrewkirina medtodekî dirst ê pîşeyî û medenî û bawerpêkirî û dûrketin ji her reftareke ziyanê bigehîne rûmet û navdengiya medyaya kurdî, aşitî û aramya civakê, dikarin roleke bi bandor li ser parastina vê azadiye heye ku mafê wan e, hebe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim xemxura afrandina atmosferekî minasib û şaristanî ji bo karê rojnamegeveniyê li gor pirensîpên azadiya hizrûbîra ye. Tevî hemû wan mafên weke desthilata çarê ji medyayê re rewa hatine dîtin, di heman demê de ew hêvî jî ji saziyên medyayê û medyakarên Kurdistanê heye ku tevî rola wan a bi bandor li ser parastina aşitîya civakî û geşepêdana kultura siyasî, civakî û ferhenga civakê û bilavkirina hişiyariya neteweyî, roleke karîger li ser saziyên hikûmetê hebe û di çarçoveya çavdêrîkirin û şopandina kar û pirojeyên cuda yên hikûmetê, bibin pira navbera hevwelatî û hikûmetê.

Li Herêma Kurdistanê, niha, atmosferek azad û aram ji bo encamdna kampaniyaya hilbijartina parlamentoya Îraqê heye ku em hêvîdar in di atmosferekî medenî, dirust û aram de birêve biçe. Daxwazê ji tev saziyên medyayê û medyakarên Kurdistanê jî dikin roleke erênî û karîger di parastina aramî û aşitiya civakî û pêşkeşkirina tecrûbeya ciwana demokrasiyê hebe ku hêjayî navdengiya Kurdistanê û dîroka xebat û qurbaniyên wê be.

Bi vê minasibetê, silav û nemrî ji bo canê pakijê ew rojnamevan û medyakarên Kudistanê ku li bereyên cenga dijî DAÎŞê û ji bona gihandina zaniyarî û rastîyê canê xwe bexşî, karê hemû saziyên medyayê ku di vê wezîfeya niştimanî de rola xwe lîstiye, bilind dinirxîn in. Bilind û pîroz be Roja Rojnamegeriya Kurdî û bîranîna derçûna yekem rojnameya kurdî bi navê Kurdistan li ser destê rewanşad mamoste Miqdad Medhet Bedirxan,

 

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
22.04.2018