Îro 44 sal bi ser bombebarana bajarê xweragirê Qeladizê li ser destê rejîma berê ya Îraqê re derbas dibin ku ji encama wê bombebaranê bi dehan xurtên Kurdistanê şehîd û birîndar bûn. bombebara Qeladizê, Zanîngeha Silêmaniyê armanc girt ku wê demê, dema şoreşa Îlonê, di hembêza bajarê Qeladizê de bû.
Rejîma wê demê ya Îraqê wê rojê reştirîn kerib û kîna xwe bi ser Qeladizê de barand û xwest timama bajêr û îradeya gelê Kurdistanê ji nav bibe, lê yên ku ji navçûn sitemkar û mergdostên rejîmê bûn ku Kurdistan xistibûne ber êrîşên bombebaran, kîmiyabaran, şewitandin û veguhastina bi zorê.
Qeladizê, bajar û gundên me bi serbilindî û xweragirî man û îradeya jiyan dostiyê, avadankirinê û şaristaniya gelê me serkevt, niha jî li şûna zanîngeheke şehîd, Kurdistan xwedî dehan zanîngehên modern e.
Avadankirin û nehêlana bandor û şûnwarên nerênî yên bi dehan salên siyaseta wêrankirin û şewitandina Kurdistanê li ser destê rejîmên sitemkarên Îraqê, ji hemû aliyên êkonomî, civakî, derunî û kultûrî, ji pilan û karên herî pêşîn yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di hemû waran de kar jê re dike.
Di vê bîranînî de, nemrî û silav ji bo canê paqijê şehîdên bombebarana sala 1974 û raperîna pîroza sala 1982 li Qeladizî ya xweragir û teveya şehîdan.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
24.04.2018