Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 09:12 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz dike

TUE, 1 MAY 2018 14:46 | KRG Cabinet

Bi helkeftina Yekê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê, em pîrozbahiyeke gerim li tevaya karkerên Kurdistan û cîhanê dikin. Ji bona parastina maf û daxwaziyên karkeran, ev roj di dîroka wan de rojeke pirşingdar û pir buyahye. Di nava civakê xwe de,  karker çîn û katagoriyeke zîndî  xwedî renc û berhemdar in, li Kurdistanê jî, karkeran roleke giring û bi bandor li ser pirosesa binyatdanan, avadankirin û geşepêdana welêt de heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giringî li rol û cîyê vê çîn û katagoriya civakê dinêre û xemxura dabîkirina maf û daxwazên wan e. Hikûmet, ji bona baştirkirina jiyan û afrandina zêdetri derfetên karî û xizmet û mafên wan, bi cidî dixebite û sektora tabet jî  gerim dike ku bi piştevanî û hevkariya aliyên peywendîdarên hikûmetê, zêdetir maf û daxwaziyên karkeran li ber çavan bigire  û xwe li hember pêdawîstiyên karkeran bi berpirsiyar bibîne û jê re aqar û jîngeheke minasib û modern ya karî biafirîne.

Tevî ku em destxweşîyê li Sandîkaya Karkerên Kurdistanê ji bo parastin û piştevanîkirina maf û daxwaziyên karkeran weke çîneke giring ya civakê dikin, di heman demê de em hêvîdar in karên zêdetir di xizmeta xwestekên wan de bikin û bi awayekî medenî û yasayî li ser xebat û tekoşîna xwe berdewam  bin,  her karekî di vê çarçoveyê de bikeve ser milên hikûmetê jî, hikûmet di bicîkirinê de kêmasî û xemsariyê nake.

Bilind û pîroz be Yekê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanê
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
01.05.2018
 



Li van ji binere