Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja 01.05.2018ê li bajarî Hewlêrê pêşwazî li Îrec Mescidî Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Îraqê ku, ji bona beşdarîkirin di konferensa geşepêdana têkeliyên aborî di nvabera Îran û Herêma Kurdistanê hatiye Hewlêrê, kir.
Di dîdarekê de ku Murteza Îbadî Serkonsulê konsulxaneya Îranê li Hewlêrê amade bû, her du aliyan têkeliyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê gotûbêj kirin û behsa konferensa geşepêdana têkeliyên aborî yên navbera Hewlêr û Taranê ku biryare roja çarşemê 02.05.2018ê li bajarê Hewlêrê bê saz kirin, kir.