Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 06:44 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Barzanî û Balyozê Brîtanyayê pirosesa hilbijartina parlamentoya Îraqê gotûbêj dikin

SUN, 6 MAY 2018 15:53 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 05.05.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Johan Wilkes Balyozê Brîtanyayê li Îraqê û Martin War Konsulê Brîtanyayê li Hewlêrê û şandeya bi wan re kir.

Di civînekê de, her du aliyan pirosesa siyasî û hilbijartinên parlamentoya Îraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û xebatên aliyên îraqî yên ji bo piştî hilbijartinan û danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kir.

Di civînê de hêvî hat xwestin ku pirosesa hilbijartina parlamnetoya Îraq ku, biryare di roja 12ê vê mehê de bên encamdan, bi serkeftî birêve biçe û roleke karîger di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de û çareserkirina pirsgirêkan de hebe.

Danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina beşek ji arîşeyan bilind hat nirxandin û her du aliyan hêvî xwest ew diyalog berfirehtir bibe û piştî pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ew pirsgirêkên mene jî bên çareser kirin.