Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, serdana ew deverên ji encama rabûna lehiyê ziyangihayê kir û ji nêzîk haydarî rewşa xelkê ziyanberketî bû.
Serokwezîr, roja yekşemê 06.05.2018ê, hevrê digel waliî, qaymeam û berpirsên îdareya wîlayeta Duhokê, serdana hevwelatiyên ziyanberketî kir û soza çareserkirina arîşeyên wan da.
Di çarçoveya vê serdanê de, Nêçîrvan Barzanî dipreskonferensekê de ji bo saziyên ragehandinê axivî û got: Digel birêzan parêzgar, qaymeqam û berpirsên îdareya Duhokê me serdana lêqewmiyên lehiya duhî li bajarê Duhokê çûbûy kir ku ji encama wê lehiyê çend kesan canê xwe ji dest da û ziyaneke mezin ya maddî gihaye hevwelatiyên devera parêzgehê. Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wan kesên ji encama vê lehiyê cane xwe ji dest daye dixwaz in.
Nêçîrvan Barzanî got ku ew dê hevwelatiyên ziyan giyahê qerebû bikin û ji bona ev pirs di bineha xwe dê bê çareser kirin pilanek hikûmetê heye û yek ji çareseriyan jî beguhastina wan hevwelatiyane ji bo cîyekî ku ji jiyana wa re minasib be û hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe dê lêqewimiyan qerebû bike.