Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 19:19 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: McCain dostekê dilsozê gelê Kurdistanê bû

SUN, 26 AUG 2018 14:02 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber wexera dawiyê ya Senatorê Amerîkayî peyameka serxweşiyê weşand.

Teksta peyama Serokwezîran:

Em ji ber koça dawiyê ya siyasetmedarê hêja û kesatiyê navdarê Amerîka û dostê dilsojê Kurdistanê, John McCain xemgîn bûn.

Em serxweşiyê ji malbata McCain dikin û xwe bi hevparê xema wan dizanin û Xudayê mezin cane wî bi beheşt xwe şad bike û di vê dema dijwar de hevkar û piştîvanê malbata wî be.

Ji destdana McCain ji bo gelê Kurdistanê zirareka mezin bû. Ew dostê gelê Kurdistanê û xemxor û parêzerê bi dest anîn û parastina mafên vî gelî bû.

McCain li hemû demekê bervanî ji gelê Kurdistanê û mafên wê kiriye û bi berdewamî hewl daye gelê kurd mafên rewa yên xwe bi dest bîne.

Gelê Kurdistanê çi caran dilsojî û piştîvaniya John McCain ji bîr nake û her dem rêzê ji bîranîna wî digire.

Riha wî şad be

Nêçîrvan Barzanî

Serowezîrê Herêma Kurdistanê

2018/08/26
 



Li van ji binere