Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 01:42 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê tevî Nûnerê NY li Îraqê dinirxîne

SUN, 2 SEP 2018 21:05 | KRG Cabinet

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Yekşem, 2018-09-02 pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetiyê Sekreterê Giştiyê NY li Îraqê û şandeya pê re kir.

Li hevdîtinkê behsa rewşa Îraqê û dawîn pêşhatên pirsosêsa siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê kirin.

Şandeya mêvan pêdagirî li ser pêwîstiya hewlên aliyên serketî yên hilbijartinên Îraqî, bi taybetî aliyê Kurd ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê bi zûtirîn dem kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xuyakir aliyên Kurdistanî di hewl dane bi zûtirîn dem hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihêt û aliyên serketî bi hev re li ser pirogrameka hevpar ji bo pêşeroja Îraqê kar bikin.

Serokwezîr Barzanî ji bo vê yekê jî, amaje bi diyaloga şandeya hevpar ya PDK û YNK li Bexdayê kir, ku bi awayê cidî hewla pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê dide.

Li dawiyê jê behsa rewşa Herêma Kurdistanê, bi taybetî hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê ku biryar e di roja 30 Îlonê rêve biçe, kirin.