Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 17:42 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwaziya Balyozê Îspanya li Îraqê dike

TUE, 11 SEP 2018 08:20 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Dûşem 2018-09-10 pêşwaziya Juan José Escobar Stemmann Balyozê Îspanya li Îraqê û şandeka pê re kir.

Li hevdîtinekê, Stemmann bi xuyakirina kêfxweşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê û dîtina Serokwezîr, amaje bi rewşa siyasî ya Îraqê û têkilî yên navbera Herêma kurdistanê û Îspanya, bi taybetî pêş xistina biyavên zanistî, kultûrî û abûrî kir.

Balyozê Îspaniya ji bona hembêz kirina hijmareka zêdeya koçber û penaberan, destxweşî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr bi spasî kirina vê serdanê, hêviya serketinê ji Balyozî Îspanya re ji bo kar û erkên wî xwest.

Barzanî amaje bi vê yekê da ku tekilî tevî Îspanya ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmetê giring in. Herwiha berhev bûna hikûmetê ji bo pêş xistina têkiliyan li hemû waran, bi taybetî li warê abûrî navbera her du aliyan nîşnada.

Li dawiyê jê behsa rewşa siyasî, pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê, diyaloga navbera aliyên siyasî yên vî welatî û rola partî yên Kurdistanê li pêkanîna kabîneya nû û beşdarî kirina rastîn di vî kabîneyê de kirin.