Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 11:45 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkayî dike

TUE, 11 SEP 2018 13:58 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Roja Sêşem 2018-09-11 pêşwaziya şandeka serbaziya Amerîkayî bi serokatiya General paul Vanek kir, ku ji bona bi dawî hatina erkê xwe û nasandina cihgirê xwe Serokwezîran kir.

Di hevdîtinekê de, Generalê Amerîkayî ji bona alîkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kar û erkên wî re, spasiya hikûmetê kir û kûrtiyek derbarê parastina asayiş û alîkarî yên Wezareta Pêşmerge ji bo perwerde kirina Pêşmrge û rêxistina wezaretê xiste berçav.

Vanek herwiha, l General Paul Joseph bi Serokwezîr nasand, ku biryar e  li cihê wî wek Fermandeyê hêzên hevpeymanan li Îraqê û Sûriyê dest bi kar bibe.

Serokwezîr bi spasî kirina rola General Vanek, xuyakir Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge  ji bo alîkarî û hemahengî bo nehêlana metirsiya serhildana terorê berdewam dibe.

Herwiha spasiya hewlên General Venek ji bo rêkxistina Wezareta Pêşmerge kir û hêviya serketinê ji bo her du generalên Amerîkayî di erkên nû de xwest û berhev bûna hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hêsankarî û alîkarî bo kar û erkê fermandeyê nû yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûryê nîşanda.

Liu dawiyê jê behsa rewşa deverê, piroseya siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin.