Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 08:45 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr tevî Wezîra Berevaniya Almanya civiya

MON, 17 SEP 2018 21:24 | KRG Cabinet

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Roja Dûşem 2018-09-17 pêşwaziya Wezîra Berevanya Almanya Ursula Von der Leyen û şandeka pê re kir, ku ji hijmarek parlemantarên vî welatî pêk hatibû.

Di civînekê de,  Von der Leyen rol û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê û parastina Kurdistanê û pêkhatên wê giring nirxand û xuyakir ji bo haydar bûn ji daxwaz û pêwîstî yên Herêma Kurdistanê serdana Hewlêrê kiriye.

Şanda mêvan herwiha behsa rewşa koçber û penbaran li Herêma Kurdistanî û berdewam bûna alîkarî yên welatê xwe bo vê yekê kir.

Srokwezîrê Herêma kurdistanê bi spas kirina vê serdanê û alîkarî yên leşkerî û moirovî yên hevpeymanan û Almanya li demên dijwar, bi taybetî li dema şerê DAIŞê û metirsî yên wê bo ser Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha pêdagirî li ser qunaxa nû ya berhingar bûna DAIŞê û nêhêştina hizra tundîtiya DAIŞê kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest Parlemantoya Almanya biryarê li ser dirêj kirina dema vemana hêzên vî welatî û berdewam bûna alîkarî yên serbazî ji bo Herêma Kurdistanê bide, ji ber ku hêj metirsiya DAIŞê maye.

Serokwezîr Barzanî spasiya Almanya û Feranse kir ku li dema dijwar a sala borî piştîvaniya Herêma Kurdistanê kirin.

Herwiha got Herêma Kurdistanê dixwaze bi awayekê bi hêz li Bexdayê be û tenahî li deverê bi cih bihê û mafên gelê Kurdistanê li gor destûra Îraqî bi cih bihên.

Serokwezîr bi amaje bi hilbijartinên Kurdistanê, bal kişande ser kempînên hilbijartinê ku bi awayekê aram rêve diçe. Herwiha pêdagirî li ser berdewam bûna pirosêsa reforêmê kir.