Serokwezîrê Herêma Kurdiatanê Nîçîrvan Barzanî Roja Dşçem 2018-09-17 di payamekê de pîrozbahiya Serokê nû yê Parlemantoya Îraqî, Mihemed el-Helbûsî kir û hiviya serketinê jî re xwest.
Teksta peyama Serokwezîr:
Serokê Enjumena Nûnerên Îraqê, silav û rêz,
Ji bona hilbijartina we bi serokê Enjumena Nûnerên Îraqê, bi germî pîrozbahiyê ji we dikim û hêviya serketinê ji bo we de erkê nû de dixwazim.
Em ji ber erkê nû yê we kêfxweş in û hivîdar in palemantoya nû ya Îraqê bi serketî erkê giranê xwe bi cih bîne û rola xwe ji bo bi hêz kirina mitmane, hevpariya rastîn, sazan û hevsengiya navbera pêkhatiyan di çarçova destûra Îraqê de ji bo bi dest anîna dadperwerî û misoger kirina bingehên demokrasiyê û bi cih anîna tenahiya siyasî li Îraqê bilêze, ku jiyaneka serbilind û xweşguzeran ji bo hemû pêkhatiyan dabîn bike.
Em bi rola we geşbînin û hîviya serketinê ji we re dixwazin.
Tevî rêz û hûrmet
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
2018-09-17