Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 18:06 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: Divê di warê hizir û fikrî jî de şerê DAÎŞê bê kirin

THU, 20 SEP 2018 23:10 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 20.09.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Bradly Sweden Balyozê Nû Zelanda ( New Zealand) û şandeya pê re kir.

Balyozê mêvan behsa beşdariya welatê xwe di rahînan û meşiqa pêşmerge di dema şerê dijî DAÎŞê de, têkşikandina DAÎŞê di warê leşkerî de, xebatên normalkirina jiyana xelkê ya piştî şer û ew gefên niha li ser aramiyê deverê hene kir. Wî di nava axavtina xwe de, rola Herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan û dabînkirina asayîş û xizmetgozariyan jê re, bilind nirxand.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û alîkariyên Nû Zelandayê di dema şerê dijî DAÎŞê pêşkeşî Herêma Kurdistanê kiribûn kir. Serowkezîr got ku pêwîste di warê hizir û fikrî jî de rûbirûyê DAÎŞê bibin û behsa dabînkirina asayîş, xizmetgozariyên pêwîst, derfetên kar, avadankirin û pêşdebirina warê aborî, civakî û rewşenbîrî kir.

Barzanî ji şandeya mêvan re behsa pirosesa siyasî li Îraqê û rola Herêma Kurdistanê di wê pirosesê de kir û got ku divê hemû alî ji tecrûbeyên berê mifa werbigirin û bi hev re kar bikin û aramiya herêmê biparêzin.

Hilbijartina desteya serokatiya parlamentoya Îraqê, amadekariyên hilbijartina serokomar û serokwezîrê Îraqê, pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û beşdariya hemû pêkhateyan di wê hikûmeta nû de, giringîdan bi daxwaziyên welatiyan, pirosesa hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, hevkarî û piştgiriya civaka navdewletî ji bo pirosesa siyaî û li Îraqê û Herêna Kuridstanê di civîçnê de hatin gotûbêj kirin.