Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 02:06 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Bexdayê Barzanî û Hekîm civiyan

SUN, 23 SEP 2018 00:12 | KRG Cabinet

Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, roja 22.09.2018ê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê digel Emar Hekîm serokê Tevgera Hîkme ya Îraqê civiya û pirosesa siyasiya Îraqê nirxand.

Barzanî û Hekîm pirosesa siyasî li Îraqê nirxand û hêvî xwestin ku qonaxa bê qonaxa aramî, asayîş û pêşkeftina welat di hemû waran de be û li Îraqê piroseseke saxlem û serkeftî birêve biçe, pirsgirêkên Îraqê yên di warê vegerandina aramiyê û pêşkeşkirina xizmetgozariyan û çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di çarçoveya destûra Îraqê de be.

Her du aliyan tekîd li ser pirensîpên hevsengî, sazan (komramîs) û hevbeşiya rasteqîne di pirosesa siyasiya Îraqê de kir û hevkarî û hevahengiya navbera hemû pêkhateyên Îraqê bi pêwîstî zanî bi awayekî ku hemû pêkhateyan rol di pirosesa siyasî û birêvebirina Îraqê de hebe.